Danîmarka- Partiya serokwezîr şikest

19-06-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Di hilbijartinên Parlamentoya Danîmarkayê de, partiya serokwezîr, Helle Thoring Schmidt şikest û partiyên dijbereyê bi ser ketin.

Li gor encamên hulbijartinan, hevpeymaniya partiyên rastgir 90 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin û hevpeymaniya çepgir jî ya bi serkirdatiya Schmidt 85 parlamenter biser xistin.

Rêberê dijbereya Danîmarkayê, Lars Luke Rasmosyn diyar kir ku ewê hewl bide hikûmetê ava bike, lê divê ew rêkeftinê ligel Partiya Delî ya rastgir bike.

Schmidt ku di sala 2011 de serokwezîrtî wergirtibû û bibû yekem jina ku serokwezîrtiyê werdigire, li şikestina xwe di hilbijartinan de mukir hat û dest ji serokatiya partiya xwe berda.  

Rapirsiyên ku di dema kampanyayên hilbijartinê de hatibûn kirin, diyar dikirin ku dengên rastgir û çepgiran wek hev in.

Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Danîmarkayê ku ji 179 kursiyan pêk tê, zêdetirî 4 milyon û 70 hezar kes mafê wan yê dengdanê hebû.

175 parlamenter ji aliyê xelkê Danîmarkê ve hatin hilbijartin û ji bo herdu giravên Faro û Girînland jî her yek ji wan 2 parlamenteran dişînin parlamentoyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst