Kurdistaneke biçûk li Polonyayê ava kiriye

19-05-2024
RÛDAW
Ziyad Reûf berhevkarê 6 hezar karên hunerî yên bêhempa ye / Wêne: Rûdaw
Ziyad Reûf berhevkarê 6 hezar karên hunerî yên bêhempa ye / Wêne: Rûdaw
Nîşan Ziyad Reûf Polonya Diyaspora Balyozê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çîrokeke balkêş a Ziyad Reûf li Polonyayê heye. Ew ronakbîr, dîplomat û sermayedarekî Kurd e, ji aliyê Poloniyan ve wekî balyozê Kurdistanê tê naskirin û ev zêdetirî nîv sedsalê ye li diyasporayê dijî.

Ji salên 1980yî ve nûnertiya gelê Kurdistanê dike û niha nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonyayê ye.

Ziyad Reûf di salên 1970yî yên sedsala borî de xortekî çepgir û xwîngerm bû.

Ji ber komunîzmê û eşkerebûna wî û herwisa ji tirsa girtina wî û metirsiya li ser jiyana wî ji Kurdistanê bar dike û bi rêya Tirkiyeyê xwe digihîne Yekîtiya Sovyetê ya berê.

Paşê li wir zanîngeh û mastera xwe ya yasa û siyasetê li zanîngeheke Moskowê kuta dike.

Ziyad di nîveka salên 80yî de berî dide bajarê Krakovê li Polonyayê û li wir doktorayê dixwîne û îcar li sala 1990î dest bi kar dike.

Dema ku pergala desthilatdariya Polonyayê ji sosyalîst dibe kapîtalîst, hêdî hêdî karsaziyê dike û vêga xwediyê karsaziyeke mezin û tewra koşk û keleheke bi 40 hektar erd e ku polonî wekî serbilindiya xwe ya dîrokî dibînin, milkê Ziyad e û ew xwediyê wê ye û veberhênanê lê dike.

Bi gotina wî, piraniya serokên Polonyayê, serokwezîr û herwisa serokê parlamentoya wî welatî û çendîn serkirdeyên Ewropî û cîhanê hatine qesra wî û bi hev re wêneyên bîranînê girtine.

Ziyad Reûf ji xêncî ku siyasî û karsaz e, herwisa hogirê çand, wêje û hunera Kurdî ye.

Zafî guh dide karê hunerî û bêtirî 6 hezar karên hunerî yên bêhempa li nik xwe parastine.

Çîroka Ziyad dûrûdirêj û balkêş e. Hêmin Ebdula bi tîma Diyasporayê re çû Polonyayê û di karekî meydanî yê bêhempa de çîroka serkeftina Ziyad ji devê wî ji temaşevanên Diyasporayê re vedibêje:

Ziyad Reûfê dîplomatkar û karsaz, kurê malbateke naskirî ya Hewlêrê ye û ev zêdetirî nîv sedsalê ye ku li diyasporayê dijî û berhevkerê 6 hezar berhemên hunerî yên bêhempa ye.

Salên 1970yî ji ber komunîzmê û eşkerebûna wî ji Hewlêra pîr bar kir û bi rêya Tirkiyeyê gihîşte Rûsyayê.

Lê belê niha li koşka xwe li Krakova Polonyayê ku yek ji bajarên herî xweş ên Ewropayê ye, çîroka diyasporanişîna xwe vedibêje.

Koşka wî yek ji samanên dîrokî yên Polonyayê ye û gelek serok û serkirdeyên cîhanê çûne wê koşkê.

Ziyad Reûf wiha behsa wê qonaxa jiyana xwe dike:

"Ji destpêkê ve Legvawansa ku hemû sîstema Polonyayê guhert û Alexander Kranewskî ku deh salan serokê Polonyayê bû, biryar da ku Polonya beşdarî operasyona rûxandina Sedam bibe.

Piştî guhertina pergalê, rehmetiyê Mezawski yekem serokwezîrê Polonyayê bû, kesekî zafî dost û nêzî Kurdan bû.

Gelek neqlan dihat vir û me dabaşa Kurdan dikir û wî hergav piştgiriya me dikir."

Ziyad Reûf gelek berhemên bêhempa nîşanî me dide û dibêje:

"Ev Tuska ye ku serokwezîr bû. Ev jî Wolfa serokê Almanya bû, li gel serokê Polonyayê hatin mala min û diyariyek dan min. Kamarowskiyê ku berê serokê parlamentoyê bû paşê bû serokê welêt û ew jî hat mala min.

Herwiha Peteringê ku Serokê Parlamentoya Ewropayê bû hat mala min. Ev jî Balserovich e ku damezrînerê pergala aborî ya Polonyayê ye û cîgirê serokwezîr û wezîrê darayî yê Polonyayê bû hat mala min û piştevaniya xwe nîşan da ku eger pêwîstiya Kurdistanê bi ezmûn û sîstema Polonyayê hebe, ew amade ye alîkarî û şîretan bide Kurdistanê.”

Ziyad Reûf diyar kir ku serokê Polonyayê jî çûye qesra wî û berdewam kir:

"Kesê dawî yê ku hat mala min Kamorowskiyê Serokê Polonyayê bû. Bi kurê min Aram re bû û kurê min Aram jê re behsa bisiklêtan dikir...

Mêvan û xelk berdewam têne cem min. Polonî şanaziyê pê dikin ku ev der parçeyek ji dîroka wan e û ji hêla Kurdekî ve hatiye parastin û nûjenkirin."

“Ez her tim li Kurdistan û Moskowê çalak bûm”

Ziyad Reûf qala jiyan û xwendina xwe ya li Moskowê kir û biland:

"Min pêşî dest bi xwendina endezyariya avahîsaziyê kir lê piştî çend heyvan çavên min qels bûn çimkî xwendin wê demê zehmet bû.

Hemû wêne û nexşe hingê bi destan dihatin kirin û divabû tu bi saetan ji nêz ve li wan binêrî û êdî komîteya bijîşkî biryar da ku ez pisporiya xwe biguherim, ger na hetanî ez xwendina xwe kuta bikim ez dê çavên xwe ji dest bidim.

Êdî min dev jê qeriya û min çû beşa yasa û siyasetê xwend.

Ez her tim li Kurdistan û Moskowê çalak bûm. Li milekî berpirsê Komeleya Xwendekarên Kurdistanê bûm û li milê din Rêxistina Xwendekarên Biyanî li zanîngehê hebû û min serpereştî dikir û min mehê carekê civîn bi wan dida kirin û ligel encûmena zanîngeh û rêxistina xwendekaran, wê hingê di civînan de dengê min wekî dengê serokê zanîngehê bû.

Lê piştî dîtina rewşê û nîşandana nerazîbûnê, êdî di sala 1983yan de min dev ji karê partîtî û rêxistinî berda û min dev ji Partiya Komunîst berda û li zanîngehê hestiyên giran bûn wek ku Kurd dibêjin.

“Li ba me kûçik jî wî goştî naxwin”

Piştî ku min dev ji serokatiya rêxistina xwendekarên biyanî berda, kesekî Hindî li şûna min danîn.

Me wê hingê gotûbêj û nîqaşên tund dikirin, wekî mînak, mamosteyekî me li fînansê hebû, behs dikir ku kîloya goşt li vir bi 2 rubleyan e ango 50 sent lê li Amerîkayê li navbera 7-10 dolaran e.

Wê demê xwendekarekî Rûs ê serhişk hebû, li paş xwe nihêrt ku em dor 100 kesî bûn û di nav wan de nêzî 70 kesên biyanî hebûn.

Wî xortê Rûs bi heqaret got ku biyanî têr goşt bixwin heta hûn li Yekîtiya Sovyetê ne. Ez aciz bûm, rabûm û min got ew goştê ku hûn dixwin û bi saetan di dorê de dimînin, li ba me kûçik jî wî goştî naxwin."

Min havîna sala 1985an xwendina xwe kuta kir. Çareya min nema û hin hevalên min ên Polonî hebûn ku li Moskowê xwendekar bûn haya wan ji rewşa min hebû, me zûzûka hevdî didît û yekî ji wan beşa yasayê xilas kiribû û ji Krakovê bû.

Wî got Ziyad were em herin Krakovê, gelek hevalên min li wir hene û em ê hewl bidin ku tu bikarî doktoraya xwe li wir biqedînî.

Êdî ez qayil bûm û em hatin û çûn zanîngehê û me çend mamosteyên ku hevalên wî hevalê min bûn, dîtin.

Ew razî bûn û ez jî razî bûm û min zafî ji bajarê Krakovê ku bajarekî hunerî, çandî û bedew bû, hez kir.

Têkildarî rewşa madî ya hingê, dema ez hatim Krafockê, pereyên xwarin û razana min a mehekê hebûn.

Lê li vir gava ez qebûl kirim, min bursek wergirt û heke te li sûkê biguheranda nêzî 15 dolaran dikir.

Bi her hawî êdî ez li beşa navxweyî ya xwendekaran (şevîman) mam û tişt erzan bûn, ango ya ez behs dikim sala 1986an bû.

Dema ku sîstem li Polonyayê di sala 1990î de ji sosyalîst bû kapîtalîst, li Polonyayê rewş bi giştî guherî.

Ez hînî rewşê bûbûm û min dest bi karê li restoran û otêlan kir çimkî guhertina pergalê rê da me ku em bixebitin û herwisa gelek otêl, xwaringeh û kargeh ji dayîna bacê hatin efûkirin.

Rabû min di sala 1990î de dest bi kar kir û min xwaringehek li zanîngehê vekir bo xwendekarên biyanî ku dihatin pêşî hînî zimanê Polonî dibûn.

Ji roja ewil ve ku ez li Polonyayê jiyam, ez li beşa navxweyî ya xwendekaran mam û min têkilî bi hin xwendekaran re çêkir ku serpereştiya beşa çandê ya zanîngehê dikir û min bi xwebexşî bi wan re kar kir û bi berdewamî festîvalên cihê cihê dihatin sazkirin.

“Min sala 1990î dest bi kar kir”

Ez dibûm alîkar û min beşdarî dikir û min êvaran xwarin çêdikir û hevalên min dihatin û paşê gotine min Ziyad piştî demekê restoranek li nav beşeke zanîngehê tê vekirin taybet bi xwendekarên biyanî yên zanîngehê ye, çima tu hewl nadî tu wê bistînî, êdî wer derket ku zanîngehê ofera min da ber çend şirketên kevin ên wê demê yên sosyalîst. Rabû ya min hilbijartin û min sala 1990î dest bi kar kir.

Ev yekem karê min ê karsaziyê bû. Piştî çend salan gava min da ser rêya xwe û dahateke baş peyda kir û hewl da tiştekî bikim xwe ava bikim û li gelek cihan geriyam heta ez gihîştim cihê ku em niha lê ne, hingê ev der çend sal bûn girtî bû, paşê bûbû zeviya xwedîkirina berazan û herwiha kiribû cihê gurandina ajelan û firotina goşt, loma bêhna genî bi vir ketibû, zafî qirêj bû.

“Hemû erdên wî hatin belavkirin”

Ji ber guhertinên aborî û krîza darayî li Polonyayê ev der ji bo firotinê hatibû destnîşankirin. Xwediyê wê yê kevn nola axayekî mezin ê vir bû.

Xwediyê bi dehan donimên erd bû, piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, dema ku welat bû sosyalîst û erd ketin bin reforma çandiniyê, hemû erdên wî hatin belavkirin.

Lê li vir bi qasî 40 donim erd hiştin ku wek çewlîgeke xwedîkirina ajelan, serjêkirin û firotina goşt dihat bikaranîn.

“Bi rastî wê demê min gelek wêne girtine”

Seba ku cih kavil bû, bi rastî wê demê min gelek wêne girtine û êdî min biryar da ku ez wî cihî bikirim û ava bikim.

Wê demê nas, xizm û hevalên min digotin tu têkçûyî, Polonî nikarin vir şên bikin, ev der ji bo ti tiştî bi kêr nayê û dev jê biqere lê min guh neda wan û êdî sala 1997an min dest bi nexşe û karên xwe kir û nûjen kir û di sala 2000î de kuta kir.

“Bûye cihekî naskirî li Polonyayê”

Niha ev der wekî çewlîgeke pir mezin e, otêl û xwaringeh lê heye û herwiha saloneke mezin ji bo bone û şahiyan lê heye û bûye cihekî naskirî li Polonyayê û herwisa mala min jî lê ye.

“Qata jêr tenê Kurdî ye”

Qesra min du qat e, qata jor ji Polonî û Kurdî têkel e, lê qata jêr tenê Kurdî ye û dema ez diwestim diçim wir.

Li gorî rênûmayan, divabû cih bi heman wêne û dîzayna Poloniyan an jî berê çawa bû ez wer nûjen bikim.

“Min xwest em hîs bikin ku ev der Kurdistan e”

Lê min pêwîst dît ku beşeke malê bi awayekî çêbikim ku dema ez û her du lawên xwe herin wê derê em hîs bikin ku ev der Kurdistan e.

Gava diwestim û dixwazim xwe rehet bikim diçim qata jêrîn ku 4 embar lê hene, yek ji wan taybet e bi berhem, huner û wêjeya Kurdî û hemî jî resen in.

Li vir keleheke mezin û kevnar heye û navê wê Keleha Zinar e û navekî Kurdî ye.

Kurên min Aram û Alan navê wê hilbijart û wan navê wê kir Zinar. Ew tevî kurê xwişka min Ehmed karê serpereştiya kelehê dikin û bi rê ve dibin.

Di sala 1990î de min xwaringehek di wê kelehê de ava kir û ji nû ve şên kir lê niha kurên min wê bi rê ve dibin û dîroka avakirina kelehê jî vedigere serdema Şerê Cîhanî yê Duyem dema Almanyayê Polonya dagir kir, ev keleh li vir wekî cihê vehewîna pîlotên Alman ava kirin.

Ez li Polonyayê xwediyê karsaziyeke mezin im lê ti karekî min li Kurdistanê nîne çimkî dema min tune û tewra vêga kurên min û kurekî xwişka min hemî karên min birêve dibin.

Ji ber ku ez nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonyayê me, dema min ji bo bazirganiyê tune, ji ber wê jî min nexwest karê siyaset û bazirganiyê tev li hev bikim.

“Li vir hizireke demdirêj a bazirganiyê heye”

Li vir hizireke demdirêj a bazirganiyê heye, wekî nimûne, tu karekî dikî û piştî pênc salan berhema wî dixwî lê ev cureyê biznisê li Kurdistanê nîne xasma ji salên 2005an û vir ve, hemî li ser wê yekê bû kîjan bazirganî pereyan zû tîne ew kar dikirin, ev ji fikir û têgihîştina min dûr e.

Ez zafî dixwazim tiştekî bikim ku her roj bi kevçiyekî piçekî bixwim û piştî çend salan berhema wê bi başî bixwim, ne ku yekcar bibe pariyek û îcar daqurtanina wê ne pêkan be.

Li Polonyayê jî hin bazirgan otêlan li bajêr çêdikin û kar dikin lê ez ji vê yekê hez nakim û tewra kurên min jî wekî min difikirin û dibêjin cihê ku me heye dubare nabe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst