Kawa Elî: Di nava hejariyê de serkeftineke mezin

Hewlêr (Rûdaw) – Kawa Eliyê ku li Almanyayê di nava bêîmkanî û hejariyê de dijiya niha bûye mînakeke serkeftinê.

Bi hatina germê re, xwesteka li ser çêkirina kepirên şûşeyî zêdetir dibe.

Ev daxwaza zêde ji bo Kurdekî diyasporayê bûye xêr û bereket.

Ew bi xwe dibêje ku heyamekê tornavidayeke wî nebû lê niha bi saya wan kepiran bûye karsaz.

Van rojan kesên ku xaniyên wan hene û li Ewropayê dijîn dibe ku li ser çêkirina kepirên şûşeyî bifikirin.

Herwiha dibe ku li derdora wan xelk mijûlî çêkirina wan bin.

Kawa Elî li Almanyayê dijî û hosteyê wan kepiran e.

Niha bûye mirovekî serkeftî lê tê bîra wî çawa xwe ji tunebûnê û bi keda xwe ava kiriye.

Niha Kawa xwediyê şirketa xwe ye û xelk li ba wî dixebite.

“Min got, Ez dikarim çêbikim’”

Kawa Elî ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re wiha behsa çîroka xwe kir:

“Navê min Kawa Elî Resûl Berwarî ye û ez xelkê bajarê Dihokê me. Ez sala 2001ê hatim Almanyayê.

Dema ez giham vir min dest bi xwendinê kir. Min pêşî lîse qedand paşê fikirîm karekî bikim ku jê hez bikim û karê min be, ango nebim şagirtê tu kesî lê ez bi xwe xwedî û hoste bim û berhema min hebe.

Êdî min ev kar kir û kar min çêkirina kepirên zivistan û havînê bi aliminyumê pêçana wan bi camê ye.

Pêşî min karê xwe yê yekem ji bo Holendiyekî kir û min kepirek jê re çêkir. Roja yekem ku çûm ser kar, bi otomobîla xwe çûm û sibeh zû bû.

Gava giham mêrikî Holendê li min nihêrt û got tu bi vê rewşê û ti kelûpelek bi te re nîne tu çawa dikarî kepirekê ji min re çêbikî?

Min got, Ez dikarim çêbikim’ û min hin kelûpel ji ba hevalên xwe peyda kiribûn. Rabû ji min re got çimkî tu evqasî ji xwe razî yî û dikarî kar bikî ez dê demê bidim te û derfetê bidim, were kepirê çêbike û ez dê alîkariya te jî bikim.

Rabû min dest bi kar kir û wî hin kelûpel ji min re anîn û di hawara min hat û li dawiyê kepireke zafî spehî û rêkûpêk derket.

“Min xwest pêwîstiya te bi hevkariya xelkê nebe”

Mêrikê Holendî gote min, çimkî tu kesek bûyî bi wan îmkanên hindik hatî û ji xwe bawer bûyî û te karî wê kepira spehî çêbikî, ev tê wateya ku tu kesekî jîr î û eger bi dilê te be ez ê jî bi te re vî karî bikim, ango em dê bi hev re kar bikin û ez dê hevkariya te bikim û ez jî qayil bûm.

Piştî ku me demekê bi hev re kar kir û min karî alavên karkirinê bikirim û em karên baş bikin, êdî mêrikê Holendî dev ji kar berda û gote min, merema min ji hevkarîkirina te û karkirina bi te re ne ew bû ku ez jî kar bikim lê çimkî tu kesekî jîr î û alîkariya te bikim ku tu li ser lingên xwe bisekinî û tu bi tena xwe kar bikî û pêwîstiya te bi hevkariya xelkê nebe.

Min ji wê rojê bi şûn de kar kir û serketî bûm. Niha karê min zafî fireh bûye û xwediyê şirketa taybet a xwe me û hemî amûrên destî, elektrîkî, otomobîl û tevahiya pêdiviyên min ên kar hene.

Wekî mînak, min ev amûr wisa çêkiriye ku ez dema dixebitim xwe netewînim, nezivirînim û pişta xwe neêşînim, herwisa ez vê berçavka taybet jî bi kar tînim da ku di dema kar de tiştek nekeve çavên min û nezêrîne.

“Ev karekî pir giring e li vî welatî”

Tiştekî din ê giring di dema kar de heye ku ew jî paqijî ye. Wekî mînak, me ew xwelî daniye ser wê parçeya caw da ku baxçe qirêj nebe û têk neçe, ne tenê wisa, tewra em kaşî, dîwar û hemî tiştan paqij dihêlin.

Paşê jî em hemî bermahiyên kar di naylonê de berhev dikin û diavêjin. Ev karekî pir giring e li vî welatî. Bi giştî em cih bi paqijî radestî xwediyê wî dikin.

“Karê min pir baş e”

Dema min dest bi kar kir, tewra tornavidayeke min jî nebû û min hemî pêdiviyên xwe ji hevalên xwe werdigirt lê niha hemû amûr û pêdiviyên min hene û min hemû kirîne û erebeyeke min a kar heye û min şirketek li Almanyayê vekiriye û ez berdewam li ser karê xwe me û ji karê xwe pir kêfxweş im û ti kêşeyên min nînin û karê min pir baş e.

Her kesê ku bixwaze tiştekî bike divê dest pê bike û bidomîne û dawiya wê serkeftin e.

Bo nimûne, min ev karê xwe qedand û karê min paqij û rêkûpêk bû, dema cîranê wî karê me dît û ew jî hat û ji me xwest ku em jê re jî çêbikin û em ê jê re çêbikin û ez piştrast im ku hemû xaniyên li vir dê ji min bixwazin ku ez ji wan re jî kepiran çêbikim.”