Serdana Putin a Çînê: 'Rûsya herêmên ku tevlî sînorê xwe kirine êdî nade Ukraynayê'

19-05-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Serok Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Çînê Şî Jinping / Wêne: Ji ber dîmenan
Serok Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Çînê Şî Jinping / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Vladimir Putin Şî Jinping Rûsya Çin Ukrayna
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî sondxwarina xwe di çarçoveya yekem serdana xwe ya derve de, di navbera 16-17ê Gulanê de li Çînê bû. 

Danûstandinên Vladimir Putin û Serokê Çînê Xi Jinping, hem li pişt deriyên girtî bi bi awayekî rûbirû, hem jî bi beşdariya şandeyên berfireh bi rê ve çûn.

Hat zanîn ku her du lîderan dosyeya Ukraynayê bi berfirehî gotêbêj kiriye.

Jixwe piştî gotûbêjan, Putin ragihand ku Moskow ji bo însiyatîva ku Pekînê ji bo çareserkirina kirîza Ukraynayê pêşkêş kiriye, spasdarê aliyê Çînî ye.

“Rûsya amade ye dest bi gotûbêjan bike”

Parlamenterê Dûmaya Rûsyayê yê Partiya Rûsyayê ya Yekgirtî Yevgeniy Fedorov got:

“Belê, Rûsya amade ye li ser bingeha hiqûqa navneteweyî, li ser xala wê ya bingehîn a parastina sînoran ku li gorî encamên 2yemîn Şerê Cîhanê hatine destnîşankirin dest bi gotûbêjan bike.

Lê bi mercê ku erdê Ukraynayê divê li gorî sînorên Komara Ukraynayê ya Sovyeta Sosyalîst, der ji wan pênc herêman ku Rûsya êdî wekî erdê xwe destnîşan kirine, were naskirin.”

Par, Çînê ji bo çareserkirina qeyrana li Ukraynayê planeke ku ji 12 xalan pêk dihat ragihandibû.

Di xaleke vê planê de Pekîn merca rêzgirtina ji serweriya Ukraynayê jî daniye.

“Vegerandina herêmên tevlî axa Rûsyayê bûne ne pêkan e”

Alîkarê Serokê Fona Ewlehiya Enerjiyê ya Rûsyayê Stanîslav Mîtraxovskiy got, “Bi giştî pêgeha Çînê, bê guman, watedar e.

Ji bo Rûsyayê giring e ku di plana Çînê de daxwaza tezmînata diravî ji bo Ukraynayê tê redkirin.

Lê bi nêrîna min, gengaziya vegerandina wan herêman ku Rûsya êdî bi destûrî tevl'i erdê xwe kirine, êdî ne pêkan e.

Ez behsa wan çar herêman û Kirimê dikim. Rûsya teqez wan êdî nade.

Lê dûr nîne lihevhatineke hebe ku sînorên Ukraynayê bi formateke cuda werin destnîşankirin.”

Di warê pêwendiyên aborî û bazirganiyê de jî Putin da zanîn ku qebareya bazirganiyê ya di navbera her du welatan de gihîştiye 227 milyar dolaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst