Dengdana li derve ya gera duyem a hilbijartinên serokkomariya Tirkiyê dest pê dike

19-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dengdana dengderên derve  bo gera dûyem a hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê  roja Şemiyê 20ê Gulana 2023an destpêdike.

Hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê di 14ê Gulanê de yekalînebûn û ew hilbijartin bo gera dûyem man. Dê hilbijartinên gera dûyem di 28ê Gulanê de bên kirin, lê dengdana dengderên Tirkiyê yên li derveyî welat bo wê hilbijartinê roja Şemiyê 20ê Gulana 2023an destpêdike û heta 24ê Gulanê di demjimêr 17.00an de berdewam dike.

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê dê li 151 nûnertiyên Tirkiyê yên li 73 welatên derve li 167 xalan ji bo dengderên derve sindoqên dengdanên dayîne.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) di gera yekem a hilbijartinên Serokkomariyê  yên 14ê Gulanê de ji tevahiya 3 milyon û  416 hezar dengderên li derveyî Tirkiyê,   967 hezar û 180 dengderan dengê xwe dabûn berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan. 665 hezar û  111 dengderên derve jî dengê xwe dabûn berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst