Joe Biden: Swêd û Fînland xwedî hemû şert û mercên pêwîst in

19-05-2022
RÛDAW
Nîşan Swêd Fînlandiya Amerîka NATO
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden piştgiriya welatê xwe ji bo endamtiya Swêd û Fînlandê ji bo NATOyê nîşan da û diyar kir, her du welat jî ji bo endametiya di nava NATOyê de xwedî hemû şert û mercên pêwîst in.

Serokê Amerîkayê Joe Biden îro Pêncşemê 19ê Gulana 2022an li Koşka Spî pêşwaziya Serokê Fînlandê Soli Niinisto û Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson kir û piştî hevdîtina bi wan re di konferanseke çapemeniyê ya hevbeş de piştgîriya Amerîkayê bo her du welatan diyar kir.

Joe Biden di konferansa çapemeniyê de destnîşan kir ew bi serbilindî piştgiriya Amerîkayê ji bo Swêd û Fînlandê radigihîne û her du welat wek hevbeşên nêzik û bi şiyan ya demokrasiya Amerîkayê bi nav kir.

Biden diyar kir ku endamtiya her du welatan di NATOyê de dê ji bo tu welatekî din nebe gef û ev hevpeymanî "tu carî" nebûye gef ji bo welatekî din.

Serokê Rûsyayê Viladimîr Putin roja Duşemê di civîna rêxistina Hevpeymana Ewlehî ya Hevbeş ku Rûsya serpereştiya wê dike de ragihandibû, endamtiya Swêd û Fînlandê di NATOyê de nabe xetere li ser axa Rûsyayê lê hişyarî jî da, bihêzkirina NATOyê li Swêd û Fînlandê dê Rûsyayê neçar bike ku bersivê bide.

Serokê Fînlandê Soli Niinisto di konferansa çapemeniyê ya hevbeş ya bi Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson re li Washingtonê li ser rêgiriya Tirkiyê ji bo endambûna NATOyê diyar kir ku ew amade ye bi rayedarên Tirkiyê re li ser fikarên wan biaxive.

Soli Niinistö destnîşan kir ku ew hemû şêweyên "terorîzmê" red dikin û rûbirû dibin.

Tirkiye, Swêd û Fînlandê bi piştgirîkirina PKK û hêzên din ên wek YPGê tawanbar dike û bi wê hincetê diyar dike ku ew ne amade ne endamtiya her du welatan di NATOyê de qebûl bikin.

Li aliyê din Joe Biden piştgiriya xwe ji bo endamtiya her du welatan nîşan da.

Tirkiye li dijî endambûna Finlanda û Swêdê derdikeve

Ji bo ku her du welat bibin endamên NATOyê, pêwîstiya pesendkirina parlementoya 30 welatên endamên NATOyê heye. Ligel ku endamên NATOyê bi piranî piştgirîya beşdarbûna Swêd û Finlandê bo wê hevpeyamniyê dikin, Tirkiye li dijî vê yekê derdikeve.

Dîplomat dibêjin erêkirina parlamentoyan dibe ku salekê bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst