Ermenîstanê li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê doz dijî Tirkiyê vekir

19-05-2021
RÛDAW
Nîşan Ermenistan Tirkiye Azerbaycan Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê DMME
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ermenîstanê ji ber şerê Nagorno-Karabaxê li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) doz li dijî Tirkiyê vekir. Hikûmeta Ermenîstanê roja Sêşemê 18ê Gulana 2021ê ji ber hevkarîkirina Azerbaycanê di şerê Nagorno-Karabaxê de li Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê doz dijî Tirkiyê vekir.

Di doznameyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku ji ber Tirkiyê çek dane hêzên Azerbaycanê mafên mirov binpê kiriye. Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê destpêkê biryar dide ka lêkolînê li ser doznameyê bike yan na.

Di dawiya Îlona 2020an de li ser navçeya cihê nakokiyê Nagorno-Karabaxê şer di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê destpê kir. Piştî wê operasyona ku artêşa Azerbaycanê 27ê Îlona 2020an da destpêkirin û 44 rojan berdewam kir, pênc navendên bajêr, çar qeza û nêzîka 286 gund kontrolkirin.

Roja 10ê Mijdara 2020an Ermenîstan û Azerbaycan bi navbijêniya Rûsyayê rêkeftina rawestandina şer îmze kirin.

Roja 11ê Mijdara 2020an Binkeyê Çavdêriya Hevbeş a Serbazî Tirkî-Rûsî bi rêkeftina wezîrên berevaniyên yên Rûsya û Tirkiyê hat damezrandin.

Roja 17ê heman mehê Parlamentoya Tirkiyê daxwaznameya şandina hêza aştîparêz a Tirkiyê bo karûbarê çavdêrîkirina agirbesta Herêma Qerebaxê bi piraniya dengan pesend kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst