Festîvala Fîlman bazara Cannesê germ kiriye

19-05-2019
Ala Şalî
Ala Şalî
Cannes bajarekî Fransayê ye ku bi ciwanî û stêrkên xwe navdar e
Cannes bajarekî Fransayê ye ku bi ciwanî û stêrkên xwe navdar e
Nîşan Cannes Festîval Bazar
A+ A-

Cannes (Rûdaw) – Cannes bajarekî Fransayê ye ku bi ciwanî û stêrkên xwe navdar e, ji ber birêveçûna 72yemîn Festîvala Fîlman a Cannesê, geştyar serdana wê derê dikin û bazar û hotelên Cannesê tijî bûne.

 

Hotela Majestic ku yek ji hotelên herî navdar ên Cannesê ye, hemû odeyên wê ku 400 ode ne, bi mêvanan tijî ne û praniya wan jî stêrkên cîhanê ne.

 

Rêveberê Giştî yê Hotela Mejestic Pier Lui Runo dibêje: “Hotela me hemû hatiye girtin û tijî ye. Ev dem, di nav salê de demeke gelek giring e, gelek kesayetên naskirî li hotela me ne. Derfeta me heye ku piraniya stêrkan li vir bimînin. Li hotelê 349 ode hene, tevî 80 sweetên şahane. Piraniya ode û sweet li deryayê dibînin, dîmeneke gelek ciwan e, herwiha li hemû odeyên me yên şahane, hûn dikarin rasterast mafûra sor a Cannesê dibîne.”

 

Rojane zêdetirî 600 karmend li wê hotelê dixebitin û hemû rojên birêveçûna festîvalê de  aheng û şahî hene. Restorant jî ewqas karên wan hene ku ew bi xwe dibêjin, di 11 rojên festîvalê de dahata wan sê qat zêde dibe.

 

Hejmara niştecihên bajarê Cannesê nêzîkî 74 hezar kes e, 120 hotel, 700 avahî û cihên manê û nêzîkî 500 restorant li wî bajarê hene, ku di dema birêveçûna Festîvala Fîlman a Cannesê de hemû vekirî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst