'Pêşmerge' li Festîvala Cannesê!

Cannes (Rûdaw) – Fîlma belgeyî (dokyumenterî) ya “Pêşmerge” di Festîvala Fîlman a Cannesê tê nimayişkirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Cannesê Derbaz Yûnis ragihand, ku nimayşkirina belge fîlma Pêşmerge di rojeva Festîvala Fîlman a Cannesê de cih girtiye,

 

Fîlma Pêşmerge ji aliyê derhênerê navdar ê Fransî Bernard Henri Levi hatiye berhemanîn.

 

Fîlma Pêşmerge dê sibê Înê 20ê Gulanê were nimayişkirin.

 

Fîlm 92 xûlekan dirêj e û li Başûrê Kurdistanê hatiye çêkirin. Mijara fîlmê jî rûbirûbûna Hêzên Pêşmerge li dijî DIAŞê ye.

 

Di 69mîn Festîvala Fîlman a Cannesê 5 fîlmên Kurdî tên nimayişkirin.