Serokwezîrê berê yê Îtalyayê cadeyan paqij dike
Hewlêr (Rûdaw)- Wêneyeke Serokwezîrê berê yê Îtalya Silvio Berlusconi hat belavkirin ku têde bi cilên karkerên baqijkirinê derdikeve û cadeya paqij dike.
Serokwezîrê berê yê Îtaliya Silvio Berlusconi roja yekem ji cezayê xwe di xizmeta giştî de derbas kir ku dadgehê bi tometa xwe vedizînê ji bacan ew bi salekê xizmetkirina giştî li Dezgeha Malbata Pîroz li Mîlano li şûna zîndankirinê ceza kir.
Ji ber ku temenê Berlusconi ji 70 salî zêdetir e, dadgehê li şûna zîndankirinê ew bi salekê xizmetkirina giştî ceza kir û li gorî biryara dadgehê, divê Berlusconi herî kêm rojekê di hefteyê de bo dema 4 saetan xizmeta giştî bike.
Tê zanîn ku Silvio Berlusconi 3 caran bûye serokwezîrê Îtalyayê û niha zengîntirîn kes li Îtalyayê ye û xwediyê tîma AC Milan a Îtalî ye û yek ji dewlemndtirîn kesên Îtaliya ye.