Boris Johnson pesnê hewlên Herêma Kurdistanê da

19-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barznaî îro li Londonê ji aliyê Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ve hat pêşwazîkirin. Johnson pesnê hewlên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo xwesta xwe ya hinardekirina enerjiyê bo Ewropayê da. Boris Johnson herwiha got: “Hêvîdarim derfet hebe ku serdana Hewlêrê bikim.”

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Sêşemê 19ê Nîsana 2022yan li plaka 10 a Downing Street pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û herdu aliyan di civînekê de pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Ofîsa Serokwezîrtiya Brîtanyayê li ser civîna îro ya navbera her du serokwezîran Mesrûr Barzanî û Boris Johnson ya li Londonê daxuyaniyek belav kir. 

Li gorî daxuyaniyê Mesrûr Barzanî di civînê de behsa "xwesteka" Herêma Kurdistanê ji bo hinardekirina enerjiyê bo Ewropayê kir  û Borîs Johnson jî "hewldanên Mesrûr Barzanî yên ji bo welatên Ewropa di warê petrol û gazê de girêdayê Rûsyayê nemînin.”

Di 28ê Adarê de, li Forûma Enerjiyê ya Navneteweyî ya Encumena Atlantîk ê li Dubaî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gotibû, "Ez piştrast im ku Kurdistan dê di demeke nêzîk de bibe çavkaniyeke girîng a enerjiyê ji bo cîhanê. Di demeke nêz de em dê gazê ji hemû Iraq, Tirkiye û Ewropayê re hinarde bikin. Em niha dikarin petrolê derxin derve, ku ji bo me bûye şahdamarekî mezin a aboriyê û ji bo hevkarên me çavkanîyeka girîng e. Li herêma me gelek rezervên neft û gazê yên dest nedane me hene."

Ofîsa Serokwezîriya Brîtaniya da zanîn, ku Boris Johnson naveroka serdana xwe ya vê dawîyê ya bo Kievê ji Mesrûr Barzanî re behs kiriye û tekezî li ser wê çendê jî kiriye, ku  “pêywsîte civaka navdewletî li hember êrişa nerewa ya Rûsya bo ser Ukranya berdewam be .”

Li gorî daxuyaniyê, Boris Johnson amadebûna welatê xwe ji bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê di hemû waran de car din anî ziman. Herwiha piştevaniya xwe ji bo girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li ser bingeha destûrê nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hevkarî û piştevaniya Brîtanya û Hevpeymaniya Navdewletî kir, ku di rûbirûbûna teror û metirsiyên DAIŞê de berdewam in di alîkarîkirina Herêma Kurdistanê de.

Li gor daxuyaniya Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê, "di hevdîtinan de gotûbêj derbarê pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê, guhertinên dawî û pêşhatên li Iraq û navçeyê bê gotûbêjkirin."

Brîtanya û Herêma Kurdistanê xwedî peywendiyên bihêz in û di vê çaçoveyê de Konsulxaneya wê heye li Hewlêrê û yek ji endamên serekî yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê ye ku hejmarek serbazên Brîtanî li Herêma Kurdistanê ne.

Mesrûr Barzanî doh Duşembê 18ê Nîsanê bi serdanekê gihîştibû London a paytexta Brîtanyayê û ji bilî hevdîtina îro ya li gel Boris Johnson, biryar e li gel berpirsên din ên wî welatî jî bicive.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê beriya serdana xwe ya bo Brîtanyayê, roja Înê 14ê Nîsanê çûbû Tirkiyê û li Stenbolê ligel Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst