Amerîkayê piştrast kir ku Merwan Îsa hatiye kuştin

19-03-2024
Nîşan Jake Sullivan Merwan Îsa Hemas Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan piştrast kir ku Merwan Îsa hatiye kuştin.

Li gorî agahiyên ku Sullivan dane, Merwan Îsayê ku yek ji lîderên leşkerî yên Hemasê ye destpêka vê hefteyê li Xezeyê hatiye kuştin.

Jake Sullivan destnîşan kir ku li pey pêşengên din ên Hemasê ne û got:

“Bi egereke mezin lîderên din jî xwe di tunelan de vedişêrin.

Dê edalet rastî wan jî were, em hewl didin vê yekê pêk bînin.”

Îsraîl xeyn ji Merwan Îsa, herî zêde hewl dide pêşengê Lîwayên Qesamê Mihemed Deyf û pêşengê Hemasê yê Xezeyê Yehya el-Sînyar bigire yan bikuje.

Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê 2023yan êrişî Îsraîlê kiribû.

Li gorî Îsraîlê, van her sê kesan plana wê êrişê amade kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst