Çete bi hev ketin: 10 kuştî

Hewlêr (Rûdaw) – Li Haîtiyê di pevçûnên çeteyan de 10 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeyên medyaya Haîtiyê, li taxa Petionvilleyê ya Port-au-Princeya paytexta Haîtiyê du komên çeteyan bi nava hev ketin.

Di van pevçûnan de ji her du aliyan 10 kes hatin kuştin.

Polîsê Haîtiyê da zanîn ku pêwendiya hêzên ewlehiyê bi bûyeran re nîne.

Li gorî amarên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî, li Port-au-Princeyê ji ber bûyerên ku grûpên çete bûne sedem di navbera 8 û 14ê Adarê de 16 hezar û 947 kesan ji malên xwe bar kiriye.

Çi bûbû?

2 û 3yê Adarê çeteyan êrişî Girtîgeha Bouquetsê ya li paytexta Haîtiyê kiribû.

Piştî vê êrişê derdora 4 hezar mehkûman firar kiribû û 12 mehkûm hatibûn kuştin.

Demên dawiyê ji bo îstifaya Serokwezirê Haîtiyê Ariel Henry gelek xwepêşandan hatin kirin û di navbera xelkê û polîsan de pevçûnên dijwar qewimîn.

Haîtî yek ji bajarên herî hejar ên parzemîna Amerîkayê ye.

Nifûsa Haîtiyê zêdetir ji 11 milyonan e.

Niha ji ber bûyerên berdewam ên dawiyê metirsiya xelayê heye.