Her sal lehî 1 milyar dolar zirarê digihîne Rûsyayê

19-03-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rûsya Lehî
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Li parêzgeha Ryazanê ya Rûsya ku 200 km li başûrê rojhilatê Moskowê dikeve, asta avê bilind bûye û lehî çêbûne. Şofêrek dema ku li ser pirekê li wê navçeyê re, derbas dibe, zû hest pê nake ku otombîla wî binav dibe.

Li gorî daxuyaniya beşa herêmî ya Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê, şofêrê kamyonê bi şev li ser pirê re ajotiye û zû ferq nekiriye ku otomobîl binav dibe.

Li gor zanyariyên rayedarên parêzgeha Ryazanê, ku dikeve 200 km başêr ê rojhulata Moskow, di maweya heftiyek de li 8 navçeyan zêdeyî 10 pirên nizim di bin avê de mane. Niha karker hewil didin, pireya panton rizgar bikin.

Endaziyar Aleksandr Valeryeviç got "Lehî êdî destpê bûye. Av her roj bi 30-35 cm bilind dibe. Em hewil didin nehêlin ku ev pire, xwedê neke, binav bibe.  Em niha dixwazin ew hinek  bikşînin, da ku ew ji qeşayê veqete. Û dema ku qeşa bikeve tevgerê, ew asantir ji hev vebe. Heta eger em bikaribin, emê dê pire bikin du beş. Lê diyar e, çend roj şunda, dema ku hewa hinek jî germtir be."

Pispor dibêjin, dema ku asta avê 350 santîmetre li ser nîşeya sifirê ye, ev yek wekî "diyardeyeke nebaş" tê binavkirin. Lê dema ku nîşander ji 650 santîmetreyî derbaz kir, ev yek  êdî dibe "bûyereke xeternak".

Karker Peter Vasilyeviç dibêje "Çemê me her sal bilind dibe, carna 3 metre, carna 4 metre. Li vir herî zêde Sala 2013-an  6 metre 80 cm bilind bûbû. Belê av pir bilind bûbû. Wê salê ev der hemû di bin avê de mabû. Dora me tev av bû, lê xaniyên me di giravê de mabûn.  Mehek em li benda kişîna avê mabûn."

Her sal lehî 75 milyar rûbil an ku 1 milyar dolar zirarê digihîne Rûsyayê.

Hikûmeta Federal plan dike ku heta sala 2024 li nêzî 55% qadên bi arîşe yên rûbaran, zêdetir ji 380 km tesîsên parastinê yên endezyarî ava bike û vesaz bike. Lê diyare dor hêj ne gihîştiye ev beşa çemê Oka ya li parêzgeha Ryazanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst