Pence: Ji bo başkirina rewşa Êzidiyan em dê bibin alîkar

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence ragihand ku dê bibin alîkar ku navçeyên pêkhateyên Mesîhî û Kurdên Êzidî bêne avakirin û ji şer û terora çend salên borî rizgar bibin.

 

Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence di peywendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihandiye ku Washington dê piştevaniya Iraqê bike ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê û başkirina rewşa Kurdên Êzdî û Mesihiyan.


Mike Pence di twîtekê de ragihand ku wî di peywendiya telefonî de spasiya Adil Ebdulmehdî kiriye ji ber piştevaniya wî ya bihêz ji bo hevkariya di navbera Amerîka û gelê Iraqê de.


Cîgirê serokê Amerîka dibêje Amerîka dê li kêleka Iraqê be ji bo jinavbirina yekcarî ya DAIŞê û herwiha alîkarkirina pêkhateyên Mesîhî û Kurdên Êzdî ku navçeyên wan bêne avakirin û ji şer û terora çend salên borî rizgar bibin.