Ji Xaça Sor a Navnetewî peyama Efrînê

19-03-2018
RÛDAW
Nîşan Efrîn Xeça Sor a Navnetewî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Xaça Sor a Navnetewî piştî derbasbûna hêzên Tirkiyê û çekdarên bi ser wê, ji bo navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand ku rêya alîkariyê ser bi Efînê de hate qutkirin.

 

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê piştî duh Yekşemê 18ê Adara 2018ê derbasî navenda bajarê Efrînê bûn, dest bi talankirina mal û mulkên xelkê Efrînê kirine û xelkê sivîl ê Efrînê rûbirûyê metirsiyeke mezin bûne.


Xaça Sor a Navnetewî derbarê rewşa Efrînê de daxuyaniyeke da û ragihand ku egera Heyva Sor a Tirkiyê bi Kurdan re kar bike sifir e.


Xaça Sor a Navnetewî ji aliyên berpirs daxwaza vekirina rêyên alîkariyê dike û dibêje pêwîstiya sivîlên Efrînê bi alîkariya bê alî heye.


Herwiha di daxuyaniya wan de tê gotin: “Mafê Kurdên li Efrînê ya li man û yan jî derketina ji bajêr heye. Divê ew bixwe biryara vê yekê bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst