RÛDAW/TAYBET – Bo YPG ji Amerîkayê çek hat xwestin

19-03-2015
ERGULEN TOPRAK
A+ A-

 

New York (Rûdaw) – Berpirsa Kantonên Rojavayê ya Ewropayê Sinem Mihemed ji rêveberiya Barack Obama ji bo bû nûavakirina Kobanî alîkarî û ji bo YGP û YPJ jî çek xwest.

Sinem Mihemed siyasetmedara Rojavayê Kurdistanê ya yekemîn e ku serdana Amerîkayê dike, li Zanîngeha New Yorkê hevdîtinek ligel xwendekaran pêkanî.

Moderatoruya çalakiyê Debbie Bookchin ku keça teorisyênê amrîkî Murray Bookchin e, rêve bir. Herwiha Debbie nivîskara pirtûka “Şoreşgera Piştî Vê” ye.

Bookchin anî ziman ku ramenên Rêberê PKK Abdullah Ocalan ên derbarê “Konfederalîzma Demokratîk” nêzîkî ramanên bavê wê ne.

Sinem Mihemed wiha bersiva pirsên “Amerîka dikar bi çi awayekî bibe alîkar? Em dikarin çi bikin? Em ji bo endamên Kongreya Amerîkayî nameyan binivsisînin?” wiha da:

“Pêwîstiya me bi hemû cereyên piştgiriyê heye.”

Mihemed spasiya xelkê Amerîka, sazî û Hikûmeta Amerîkayê kir û wiha domand:

“Rêveberiya Amerîka bi êrişên asmanî ji me re bû alîkar. Êdî dema ku kurd û Amerîka di navbera xwe de pêwendiyên xurt bike hatiye.”

Mihemed ji Rûdawê re da zanîn ku cara yekemînê tê Amerîkayê û ot wan destpêkek baş kir.

Berpirsa Kantonên Rojavayê ya Ewropayê anî ziman ku wan ligel rayadarên Wezareta Derve ya Amerîkayê û çend rayêdarên din re hevdîtin pêkanîn û wiha pê de çû:

“Em ligel saziyên lêkolinê jî civiyan. Em hêvî dikin ku ji niha pêve tekîliyên me ligel Amerîkayê baştir bibin. Ji bo nûavakirina Rojave û ji bo damezrandina sîstemek nû pêwîstiya me bi pitgiriyê heye. Herwiha ji bo şerê li dijî DAIŞê jî pêwistiya YPG û YPJ bi çekan heye. Me ev mijar di hevdîtinên me pêkanîn de jî anîn rojevê.”

Sinem Mihemed eşkere kir ku ewê 2 hefteyên din jî li Amerîkayê bimîne û dibe ku car carnan serdana Amerîkayê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst