Otomobîla ku li Almanyayê hatibû dizîn li Dêrsimê hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Otomobîla ku li Almanyayê hatibû dizîn, li Dêrsimê di otoparka girtî ya avahiyekê de hat dîtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Dêrsimê û tîmên Rêveberiya Şaxa Tewanên Organîze destnîşan kiriye, otomobîla ku li derveyî welat hatiye dizîn ketiye nava bajêr.

Li ser lêkolînan, otomobîl li taxa Ataturkê ya Dêrsimê di otoparka girtî ya avahiyekê de hatiye dîtin.

Hat ragihandin ku Serokatiya Daîreyê ya Interpol Europolê xebatên lêgerîna otomobîlê li Almanyayê di asta navneteweyî de bi rê ve dibirin.