Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Dewletê yê Almanyayê yê ji bo hemahengiya aborî û geşepêdanê re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dawî civîna xwe ya Konferansa Ewlekariya ya Munchenê de bi Wezîrê Dewletê ji bo hemahengiya aborî û geşepêdanê yê Almanyayê Niels Annen re civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêna Kurdistanê, di civînê de “hevkariyên aborî û projeyên Almanyayê yên di warê geşepêdanê de yên li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku aramiya siyasî û aborî li Iraqê gelek girînge ji bo ku Almanya bikare berdewam be û projeyên zêdetir û baştir cîbicî bike.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, “Her du aliyan behsa rewşa siyasî û emnî ya Iraqê kirin û ronahî xistin li ser rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê bo asayîkirina rewşa Şingalê.”

Di vê derbarê de Wezîrê Almanî Niels Annen tekezî li ser wê yekê kir ku girînge rewşa ewlekarî ya Şingalê were seqamgîrkirin daku Almanya bikaribe alîkariyê bike û projeyên zêdetir li wê deverê pêk bîne.

Li gor daxuyaniyê, “şerê li dijî terorê û berengarbûna metirsiya DAIŞê, bi taybetî di deverên maddeya (140), rewşa Sûriyê û navçeyê bi giştî mijarên din ên vê civînê bûn.”

Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê roja 17ê Sibata 2023an dest pê kir û îro 19ê Sibatê bi dawî bû. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî wê konfernasa giring a di asta cîhanî de kir.

Bêtir ji 40 serok û serokwezîrên dewletan û 90 wezîrên berevanî, derve û navxwe yên welatên ji Ewropa, Amerîka, Asya, Afrîqa, Rojhilata Navîn û Amerîkaya Latîn beşdarî di wê konferansa giring de kirin. Her wiha bi dehan kesayetî û pisporên navdar ên cîhanê yên di warê teror û ewlehiyê de beşdar bûn.