Serokê Herêma Kurdistanê û şanda Parlamentoya Almanyayê 5 mijar gotûbêj kirin

19-02-2023
RÛDAW
Nîşan Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya  Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de bi şandeke parlamenterên partiya SPD ya bi serokatiya Niels Schmidt re civiya.

Di civînê de ku Cîgirê Serokê Parlementoya Almanyayê Aydin Ozoguz jî amade bû, her du alî li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr-Bexdayê û diyaloga di navbera wan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan û herwiha rewşa Kurdên Êzidî li kampên penaberan û Şingalê axivîn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna şanda parlamenterên partiya SPD bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re daxuyaniyek belav kir û got, “Her du alî li ser giringiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û yekrêzî û çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de hemfikr bûn.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Nêçîrvan Barzanî spasiya Herêma Kurdistanê gihîştande Parlamentoya Almanyayê ji bo naskirina komkujiya li dijî Êzidiyan weke jenosîd.”

Di hevdîtinê de rewşa Iraqê û pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî jî hatin gotûbêjkirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê wek konferansa herî mezin a aştiyê li cîhanê tê dîtin û zêdetirî 40 serok, serokwezîr û 90 wezîrên berevanî û derve yên Ewropa, Amerîka, Asya, Rojhilata Navîn, Afrîka û Amerîkaya Latîn beşdar dibin. Konferans di 17ê Sibatê de dest pê kir û dê îro Pêncşemê bi dawî bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst