Nêçîrvan Barzanî: Ev welat û ev milet dê her bimînin

Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî yê di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de daxuyaniyek da li ser pirsgirêkên di navbera PDK û YNKê de diyar kir ku divê aliyên siyasî giringiyê bidin berjewendiyên gel û got, “Ev welat û ev milet dê her bimînin.”

Di çarçoveya 59emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de îro Şemiyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de wî gelek hevdîtinên girîng pêk anîne û anî ziman civaka navdewletî amade ye pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê çareser bike.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku piştî ji Munchenê vegeriyan dê giraniyê bidin ser hilbijartinan û diyar kir ku ew ê bi rojeva "hilbijartinê" bi partiyên siyasî re hevdîtinan pêk bîne.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku nekirina hilbijartinan hemû proseya siyasî û rewatiya Herêma Kurdistanê dixe bin pirsiyarê û got, “Li gorî destûrê, weke Serokê Herêma Kurdistanê divê ez roja hilbijartinan diyar bikim.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) de pirsgirêk hene û ew hemû pirsgirêk ewqas ne mezin in ku bibe sedema nîgeraniyê.

Nêçîrvan Barzanî li ser pirsgirêkên PDK û YNKê jî got, “Ez naxwazim pirsgirêkan biçûk binirxînim an jî bibêjim ku her tişt baş e ji ber ku ne wisa ye, pirsgirêk hene lê dema ku tê ser pirsa 'Gelo ev pirsgirêk metirsiyeke mezin e li ser Herêma Kurdistanê?' ez wisa nafikirim.”

Barzanî her wiha got, “Divê em hemû aliyên Herêma Kurdistanê bizanibin ku bi hemû pêkhateyên xwe em dikarin bi hev re kar bikin û eger em bi hev re nebin em nikarin tiştekî bikin” û diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî hev qebûl bikin.

Barzanî diyar kir ku tevî cudahiyan jî tiştê sereke xelk e û got, “Rast e cudahiyên me hene, partiyên me yên cuda hene lê di encamê de welatekî me heye. Ev welat û ev milet dê her bimînin. Divê hêzên siyasî li gorî berjewendiyên welatiyên Herêma Kurdistanê biryarê bidin.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew ji ber paşxistina danûstandinên PDK û YNKê nîgeran e û hêvî dike di demeke nêzîk de her du alî careke din bicivin.