Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Urdinê civiyan

19-02-2023
RÛDAW
Nîşan Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Urdinê re civiya û di civînê de behsa geşepêdana peywendiyên dualî hatin kirin.

Di çarçoveya 59emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de roja Şemiyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefadî re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Eymen Sefadî silavên Şahê Urdinê Ebdullahê Duyem gihandiye Nêçîrvan Barzanî. Her wiha li ser pêşxistina peywendiyên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê bi Urdinê re û karkirina ji bo berfirehkirina çalakiyên bazirganî û aborî di navbera her du aliyan de gotûbêj hat kirin.

Rewşa siyasî, aborî û ewlehiyê ya Iraq û Herêma Kurdistanê jî mijareke din a hevdîtinê bû. Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin, “Her du alî li ser giringiya hevkarî û hevahengiya welatên navçeyê ji bo parastina aştî û aramiyê û berfirehkirina hevkariyan hemfikr bûn.”

Her du aliyan her wiha pêşhatên dawî yên li herêmê û mijarên din ên ku di berjewendiya her du aliyan de ne, gotûbêj kirin.

Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê

Di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya îsal de şerê Rûsya û Ukraynayê, peywendiyên di navbera Rojava û Çînê de, dabînkirina enerjî û ewlehiyê, ewlehiya xorakê, berfirehkirina hevpeymaniya NATOyê, peydakirina çîpan, lêçûnên parastinê, qeyranên keşûhewayê, rêziknameya teknolojiyê û ewlehiya sîber were nîqaşkirin.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de, roja Înê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan, Serokwezîrê Polandê Mateusz Morawiecki, Cîgira Wezîrê Berevaniyê ya Amerîkayê Celeste Wallander û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed Bin Abdurrahman El Sanî re civiya.

Nêçîrvan Barzanî her wiha duh Şemiyê jî bi Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Nûnerê Bilind ê Peywendiyên Derve û Siyaseta Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell û Cîgirê Serokê Komîteya Derve ya Parlamentoya Almanyayê Thomas Erndl û parlamenterên pê re, Wezîrê Derve yê Vatîkanê Gallagher, Wezîrê Derve yê Kuweytê Şêx Salim Abdullah Al Jaber Es-Sabah, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, şanda Kongresa Amerîkî ya bi serokatiya Lindsey Graham û Wezîra Derve ya Norwêcê Anniken Huitfeldt re civiya.

Konferansa ku îsal cara 59emîn e tê lidarxistin û îro Yekşemê 19ê Sibata 2023an bi dawî bibe, konferans li Otela Bayerischer Hof a Munchenê tê lidarxistin.

Îsal zêdetirî 40 serokên hikûmet û dewletan û nêzî 100 wezîrên derve û berevaniyê beşdarî konferansê bibin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris, Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê Polandê Andrzej Duda, Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen jî di nav de zêdetirî 40 serokên dewlet û hikûmetan û herwiha nêzîkî 100 wezîrên derve û berevaniyê beşdar dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst