Serokê Xaça Sor a Navneteweyî bo Nêçîrvan Barzanî: Em dê bi hev re kar bikin

Helwêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Xaça Sor a Navneteweyî Peter Maurer civiyan û Pether Maurer spasîya Nêçîrvan Barzanî kir ku li Herêma Kurdistanê hevkarî ligel Xaça Sor kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 19ê Sibata 2022yan di duyem roja Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de pêşwazî li Serokê Xaça Sor a Navneteweyî Peter Maurer kir.

Derbarê civînê de Ofîsa Serokartiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku di civînê de rewşa Iraqê, liv û tevgerên DAIŞê yên li Sûriyê, êrîşa wê rêxistina ya li dijî Girtîgeha Xiwêran a Hesekê û rewşa herêmê gotûbêj kirin.

Di wê daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de de wiha got: "Nêçîrvan Barzanî rola rêxistina Xaça Sor a Navnetewî bi girîngî nirxand, bi taybet li navçeyên alozî hene. Nêçîrvan Barzanî herwiha spasiya wê rêxistinê kir ji bo xebat û çalakbûna wê ya mirovî li Herêma Kurdistanê û tekezî li ser hemû piştgirî û amadebûna Herêma Kurdistanê kir ku hevkariya xwe bi wan re berdewam bike."

Her li gor daxuyaniyê Peter Maurer kurteyek ji kar û barên wan ên li Herêma kurdistanê pêşkêş kiriye û spasiya Nêçîrvan Barzanî kiriye, ji ber ku dezgehên hukûmeta Herêma Kurdistanê bi Xaça Sor a Navnetewî re hevkarî kiriye.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihand ku Serokê Xaça Sor a Navneteweyî Peter Maurer gotiye: “Em bi girîngî li Herêma Kurdistanê dinêrin û em dê alîkariya hevpîşeyên xwe bidomînin.”

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du alî li hev kirine ku li Rojhilata Navîn eger îstîkrara siyasî nebe alozî û tevlihevî dê çê bibin û dê bibe sedema koçberiyê.K

Di heman demê de her du alî jî di wê baweriyê de ne ku ew tişta DAIŞê li zindana Hesekê encam dayî  cihê dilgiraniyê ye û zengilekî metirsîdar e.