Wezîra Derve yê Swêdê: Pêwendiyeke min pir baş bi Nêçîrvan Barzanî re heye

19-02-2022
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde civiyan
Nîşan Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê Nêçîrvan Barzanî Wezîra Derve yê Swêdê Ann Linde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Derve yê Swêdê derbarê hevdîtina xwe ya li gel Serokê Herêma Kurdistanê de ragihand, ku peywendiyeke gelek baş a şexsî li gel Nêçîrvan Barzanî heye û dê pêwendiyên wan ligel Herêma Kurdistanê berdewam bin.

Îro şemiyê 19.02.2022, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde civiyan.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde got: “Baş e, gelekî kêfxweş im bi civîna ligel Serok. Peywendiyeke gelekî bihêz di navbera Swêd û Kurdistanê de heye. Min bi xwe serdana Hewlêrê kiriye û peywendiyeke gelekî baş a siyasî di navbera me de heye, lê peywendiyên me yên gelekî baş ê kesî jî hene; ew jî li gor min girîng e.”

Ann Linde herwiha got: “Bi nerîna min peywendiya navbera Kurdistan û Swêdê bihêz e û dema çendîn deh salan berdewam e û ew peywendî jî di çendîn deh salên siberojê de berdewam dibin.”

Peywendiyên Swêd û Herêma Kurdistanê xwedî dîrokeke dirêj in. Di dema şerê DAIŞê de, Swêdê nêzîkî 200 şêwirmendên leşkerî ji bo alîkariya şandin Pêşmerge Herêma Kurdistanê. Di heman demê de hejmara kurdên li Swêdê dijîn ji 150 hezarî zêdetir e.

58mîn Konfernsa Ewlekariya ya Munchenê duh (18.02.2022) bi amadebûna 35 serok, serkirde, 100 wezîrên derve û berevanî yên welatên cîhanê û bi sedan berpirs û pisporên ewlekariyê yên cîhanê destpê dike û şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê jî têde beşdar e. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo konferansê hatine vexwandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst