Hewlêr (Rûdaw) - Aloziyên li Rojhilatê Ukraynayê mijara sereke ya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê ye. Bilinkin û Lavrov derbarê aloziyên li Rojhilatê Ukrayanyê dicivin.
Şopên top û hawanan li ser çend avahiyên bajarê Luhansk li Herêma Donbas a li Rojhilatê Ukraynayê diyar in. Rojek berê jî bexçeyeke zarokan li heman bajarî hatiye armanckirin ku zêdeyî 20 zarokan têde bûn. Ne diyar e ku kî ye van êrîşan dike, lê Amerîkayê ev demeke hişyarî daye ku Rûsya bi niyete senaryoyekê ji bo dagîrkirina Ukraynayê çêbike.
Di paneleke konferansa Ewlehiya Munchenê de, mijara pêxistina agirê şer ji aliyê Rûsyayê ve gotûbêjeke zêde ya di navbera Wezîrên Derve yên Amerîka û Almanyayê de bû.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken "Ligel wêya her çi tiştek di şiyana me de be dikin daku eşkere bikin rêya dîplomasiyê heye û divê nakokî bi rêya diyalog û dîplomasiyê bêne çareserkirin. Em gelek nîgeran in ku ev ne ew rêye ku Rûsyayê pişta xwe pêve girêdaye."
Berpirsên Amerîkî careke din gotegotên wê yekê belav dikin ku Rûsya dê di çend rojên bê de bi rêya tank, firokeyên şer û êrîşên elektironî êrîşî Ukraynayê bike.
Lê di Konferansa Ewlehiya Munchenê hêj jî hêviyek bi dîplomasî û runiştina li ser mêza gotûbêjê maye.
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock "130 hezar leşker li ser sînor, giran e weke gef wernegirin. Ew ên ku dixwzin di ewlehî û aramiyê de ligel hev bijîn gefan li ên din nakin. Ew ên ku dixwazin di ewehiyê de bi hev re bijîn, li ser maseya gotûbêjan derbarê ewlehiya hevbeşên me de diaxivin."
Amerîka û Hevpeymanên wê tekez dikin ku amade ne cezayên giran li ser Moskowê bisepînin eger êrîş bike. Di naverasta van aloziyan de biryar e vê heftiyê Antony Bllinkin û Sergey Lavrov bicivin û karta dawî ya dîplomasiyê ji bo rê girtina li şer biceribînin ku Sekreterê Giştî yê NATOyê rûdana wî şerî wek karesat bi nav dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse