Konferansa Asayişê ya Munchenê îro bi awayê online destpê dike

19-02-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro bi beşdariya hejmarek ji serok, serkirde, wezîr û şarezayên welatên cîhanê, Konferansa Asayişê ya Munchenê bi awayê online bê lidarxistin û têde derbarê çendîn mijarên weke bihêzkirina hevpeymaniya navbera welatên ser peravên Deryaya Atlantîk û rûbirûbûna qeyranên cîhanî bêne gotûbêjkirin.

Joe Biden Serokê Amerîkayê, Angela Merkel Rawêjkara Almanya, Jens Stoltenberg Seketrêrê Giştî yê NATO, Antonio Guterres Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Boris Johnson Serokwezîrê Brîtanya, Emmanuel Macron Serokê Fransa, Tedrus Adhanom Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tendirustiya Cîhanî û Bill Gates damezrînerê kompanyaya Microsoft ji diyartirîn kesên beşdar di konferansa asayişê ya Munchenê de ne.

 10 qeyranên mezin ên cîhanê

Rêxistina Bihawarçûnê ya Navdewletî (International Rescu Committee) lîsta deh krîzên herî mezin ên cîhanê di sala 2021 de amade kiriye.

Bi gotina şareza û pisporên wê rêxistinê, tê çaverêkirin ku îsal qeyranên mirovî li seranserê cîhanê xirabtir bibin. Milmilaniyên siyasî û serbazî, guhertina keşûhewayê û Corona sedemên sereke yên wan qeyrana ne û gefa çêbûna birçîtiyê li hinek welatan dikin.

Rêxistina Bihawarçûna Navdewletî ku di sala 1933an de li ser daxwazeke Albert Einsttein li Amerîkayê hatiye damezrandin, di rapora xwe de dibêje, bi sedema Corona û qeyrana mirovî zirara herî mezin gihîştiye malbatên koçber, bi taybet jî keç û jinan.

Wê rêxistinê, qeyranên Yemen, Efxanistan, Sûriye, Komara Demokratîk a Kongo, Etyopiya, Borkînafaso, Sûdana Başûr, Nîceriya, Mozambîk û qeyrana aborî ya Venezuela weke deh qeyranên herî mezin ên cîhanê di sala 2021 de bi nav kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst