Serokê Katalonya: Tawana serkirdeyên me yên desteserkirî parastina azadiyê ye

19-02-2019
RÛDAW
Nîşan Katalonya Quim Torra Bruksel Ispanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê herêma Katalonyayê Quim Torra li Brukselê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de ligel serokê berê yê wê herêmê Carles Puigdemont got, serkirdeyên berê yên Katalanya ji ber lidarxistina refernaduma serxwebûnê têne girtin û darizandin û tekez kir, “tawana serkirdeyên me yên desteserkirî parastina azadiyê ye.”

 

Serokê herêma Katalonyayê Quim Torra li Brukselê got, ew li wê derê ne ji bo ku berevaniyê li mafê çarenivîsa Katalonyayê bikin, lê divê ew yek jî li bîra wan be ku hinek ji serkirdeyên wan yên siyasî û civakî niha rûbirûyê dadgehê dibin.

 

Torra, da zanîn ku eger heye berpirsên desteserkirî yên Katalonyayê çendîn salan bêne zîndanîkirin, ev jî tenê ji ber wê yekê ye ku referendum saz kirine û take tawana wan jî ew e ku berevanî li azadiya ramanê kirine.

 

Serokê herêma Katalonyayê got: “Em li vê derê ne daku berevaniyê li mafê çarenivîsa Katalonyayê bikin, lê divê ew yek jî li bîra me be ku hinek ji serkirdeyên me yên siyasî û civakî niha rûbirûyê dadgehê hatine kirin û eger heye çendîn sal jî bên zîndanîkirin, ev jî tenê ji ber ku referendum organize kirine û take tawanê wan jî ew e ku berevanî li azadiya ramanê kirine.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst