Li Almanyayê êrişa çekdarî: Kuştiyek, 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaq) - Li bajarê Hagenê yê Almanyayê di êrişeke çekdarî de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno ragihand Li bajarê Hagenê yê Herêma Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê kesekî 77 salî di kargehe vezivirandinê (recycling) de gule li karkeran reşandin.

Di encama gulebaranê de kesekî 55 salî canê xwe ji dest da û du kesên ku temenê wan 23 û 48 salî ne jî birîndar bûn.

Li gorî berpirsên tenduristiyê yên bajarê Hagenê rewşa her birîndaran giran e.

Li gorî zanyariyan êrişkarê 77 salî piştî demeke ku ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Herwiha hat ragihandin ku sedema vê êrişê heta niha nayê zanîn.