Holendayê ji ber kuştina Jîne Pêşrewê gazî Balyozê Îranê kir

19-01-2024
RÛDAW
Nîşan Jîne Pêşrew Holenda Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Karên Derve yê Holendayê ragihand ku wan ji ber kuştina zarokekî Holendî di êrişa Îranê ya li Hewlêrê de bi hevtayê xwe yê Îranî re axiviye û bangî Balyozê Îranê kiriye.

Wezîra Karên Derve yê Holendayê Hanke Bruins Slotê li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku di êrişa Îranê ya li Hewlêrê de zarokekî Holendî canê xwe ji dest daye û got:

“Ez îro bi hevtayê xwe yê Îranî re li ser kuştina zarokekî Holendî di êrişa Îranê li Hewlêrê de axivîm. Min gazî Balyozê Îranê jî kir.

Mirina zarokekî di bin salekê de gelekî dilhezîn e. Em hevxemiya xwe ji malbatê û qurbaniyên din ên êrişê re radigihînin.

Ez êrişa Îranê ya li Hewlêrê bi tundî şermezar dikim.”

Di êrişa Îranê ya li Hewlêrê de keça Pêşrew Dizeyî ya 11 mehî Jîne jî şehîd ketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst