Amerîka ji bo civînên Astanayê hatiye vexwendin

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku wan Amerîka vexwendiye bo civînên çareseriya kirîza Sûriyê yên ku 23yê Çileyê li paytexta Qazekistanê bajarê Astanayê bên lidarxistin.


Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro di civîna xwe ya çapemeniyê de ragiahn ku wan Amerîka ji bo beşdarkirina civînên Astanayê vexwendiye..


Li ser pirsa di çi şert û mercên de Rûsya Amerîka vexwendiye  ji bo danûstandinên Astanayê, Sergey Lavrov got :"Ji xwe me ew vexwendiye."

 

Heger Amerîka vexwendnameya Rûsyayê qebûl bike dê di asta pisporan de bê temsîlkirin.

 

Rêkeftina agirbesta Sûriyê di 29ê Kanûna 2016an de li Enqerê, bi beşdariya Rûsya, Îran û Tirkiyê hate îmzekirin.

 

Weke tê zanîn Îranê naxwaze Amerîka di hevdîtinên Astanayê de hebe lê tevî vê yekê Rûsyayê Amerîka vexwend.

 

 Biryarê civînên Astanayê 23ê vê mehê li paytexta Qazekistanê bajarê Astanayê were lidarxistin.