Hewlêr (Rûdaw) - Li Moskowa paytexta Rûsyayê teqînek çêbû û generalekî payebilind ê Artêşa Rûsyayê û alîkarê wî mirin.
Pisporên bombe û teqemeniyê bê navber lêgerînê dikin. Her hûriyek, her parçeyekî biçûk dikare bibe delîl ji bo aşkerekirina ew teqînê mezin, ku di encamê de generalekî artêşa Rûsyayê û alîkarê wî hatine kuştin.
Hêza teqînê, li gorî zanyariyên pêşîn, bi qasî 200 gram tratîl, an ku C4 bûye. Ji ber pela teqînê, ji bilî camên vê xaniyê, camên xaniyên li dor berê jî şikiyane û çend otomobîlên parkirî xesar dîtine.
"Min qet ne dizanî kesekî wiha payebilind li kêleka mala min dijî"
Runiştvana taxê Yelîzavetayê li ser teqînê wiha got:
"Min qet ne dizanî ku li kêleka mala min, kesekî wiha payebilind dijî. Ev bûyer, bê gumen ez şok kirim.
Cîran hemû jî di şokê de ne. Piştî vê yekê, helbet, ez ketime tirsê. Hestên ecêb ketine dilê min.
Nizanim, rewş ber bi ku ve diçe lê, dîsa jî şikir ku di nav cîranan de mirin û birîndarbûn tune bûn.
Diyar e ji ber ku teqîn sibehê demjimêr 6:00an rû daye, her kes hê jî di xew de bûne, lewma em gelekî tirsiyan."
Di encamê teqîna bombeyekê de sibeha 17ê Kanûna Pêşîn a 2024an li kolana Ryazanskyê ya Moskowê de, Fermandeyê Hêzên Parastina Radyasyon, Kîmyewî û Biyolojîk ên Artêşa Rûsyayê Korgeneral Îgor Kirillov û alîkarê wî bûne qurbanî.
Li gorî agahiyên, Komîteya Lêpirsinê, bombe bi scooterekê ve hatiye girêdan ku li ber deriyê xaniyê wî hatiye parkkirin.
Şêniyên taxê denqê teqînê li dor demjimêr 6:00ê sibê bihîstine.
"Bûyereke pir tirsnak e"
Rûniştvanê taxê Aqşîn Kişiyevê jî wiha anî ziman:
"Ev xaniyê li hember jî, camên wê jî hatine xwarê… Bûyereke pir tirsnak e.
Tiştê herî zêde ez jê nîgeranim ew e ku ev bûyer dê ne ya dawî be. Sedem şer e."
Parlamenterên Dûmayê û hîn jêderên nêzî desthilata Rûsyayê îdia dikin ku kuştina general Kîrîllov bi wê yekê ve girêdayî ye ku di bin serokatiya wî de, zanyariyên li ser hebûna laboratûwarên biyolojîk ên veşartî yên NATO, bi taybet jî Ukraynayê, hatine eşkere kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse