New York (Rûdaw) - Li ser mana leşkerên Amerîkayê yên li Rojavayê Kurdistanê Robert Wood got, "Ez vê gavê nabînim ku vekişandin hebe û divê em piştrast bin ku DAIŞ ji nû ve venegere."
Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîna Sûriyeyê de amaje bi vê yekê kir ku pevçûnen di navbera Tirkiye û HSDyê ji bo pêvajoya aştiyê ya nû wan gelekî dilgiran dike.
Di vê çarçovê de ji Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê Geir Pedersen bigirin heta hemû endamên Encûmena Ewlehiyê bang kir ku pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê werin rawestandin.
"Pevçûneke wiha dikare bibe felakete mezin"
Geir Pederson got, "Dijminatiyên gelekî girîng hatin kirin di nav 2 hefteyên dawî de ku pêşiya agirbesta 5 rojî ku Amerîka û Tirkiyeyê li ser Çemê Feratê çê kirin.
Agirbesta 5 rojî niha bi dawî bû û ez niha gelekî dilgiran im ji ber ku raport nîşan didin ku him di aliyê leşkerî û him jî di aliyê çekên leşkerî de li wir zêdebûn heye. Pevçûneke wiha dikare bibe felakete mezin."
Di civînê de Nûnera Amerîkayê jî bi awayekî zelal got ku ew dê li Rojavayê Kurdistanê him personelên xwe û him jî pozîsyona xwe biparêzin.
Rudaw: Di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Tirkiyeyê de pevçûn berdevam dikin û Tirkiye plana operasyoneke nû dike li ser Rojavayê Kurdistanê, hûn dixwazin li ser vê yekê çi bibêjin?
Cigîrê Nûnera Amerîkayê ya NYyê Robert Wood: Em tenê difikirin ku divê niha alozî li Sûriyeyê were kêmkirin. bê guman ev demeke pir hestiyar e û divê hemî alî hewl bidin ku her tiştê ku ji destê wan tê bikin ji bo kêmkirina pevçûnan û kêmkirina aloziyan. Û ev tişta ku gelê Sûriyeyê dixwaze pêk were ev e. Wan nedixwest ku bibînin ew ji hêla rejîmê ve rehîn werin girtin û li welêt bêtir şer bibînin. Ji ber vê yekê ya ku em dixwazin niha vê bibînin.
Rudaw: Îhtimaleke mezin heye ku Tirkiye dest bi vê operasyonê bike.
Robert Wood: Em li ser vê yekê spekulasyonan nekin. Em tenê bibînin ka çi dibe. Lê dîsa, em dixebitin ku pevçûnan rawestinin, aloziyan kêm bikin, ji ber ku gelê Sûriyeyê niha evî dixwaze, hewce dike û hêvî dike ku ev bibe. Ji ber vê yekê em ji bo van armancan bixebitin. Ya ku em ê berdewam bikin ev e."
Rudaw: Gelo dê leşkerên Amerîkayê li Sûriyeyê bimînin?
Robert Wood: Ez vê gavê nabînim ku vekişandin hebe. Erê, divê em piştrast bin ku DAIŞ ji nû ve venegere û ji ber vê yekê em dê şerê li hemberî wan bidomînin, li gel hevkarên din, ji ber ku girîng e ku rê neyê dayîn ku DAIŞ xwe ji nû ve ava bike û terorê li seranserê cîhanê pêk bîne û Rojhilata Navîn.
Her wiha di civînê de Revebirê Ofîsa Kar û Barên Alîkariyê yê NYyê Tom Fletcher jî amaje bi vê yekê kir ku pevçûnên li Rojavayê Kurdistanê alîkariyên mirovatiyê egle dikin û divê bi awayekî lezgîn bala xwe bidin li ser van pevçûnan û divê werin rawestandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse