Sîsî careke din bû serokkomarê Misirê

Rûdaw (Hewlêr) - Ebdulfetah Sîsî di hilbijartinên serokkomariyê de bi ser ket û careke din bû serokkomarê Misirê.

Desteya Niştimaniyê ya Hilbijartinan a Misirê ragihand ku Ebdulfetah El Sîsî ji sedî 89ê dengan bi dest xistin û careke din bû serokkomarê Misirê.

Sîsî di hilbijartinên 2014an û 2018an de ji sedî 97ê dengan bi dest xistibû û bi ser ketibû.

4 berbijêr ketin pêşbaziyê

Zêdetirî 67 milyon Misirî di navbera 10 û 12ê Kanûna Pêşîn de çûn ser sindoqan.

Di hilbijartinan de Serokkomarê niha Ebdulfetah El Sîsî, Serokê Giştî yê Partiya Sosyal Demokratê Ferîd Zehran, Serokê Giştî yê Partiya Vefdê Abdussened Yemame û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê Hazim Omer pêşbaziyê kirin.

Sîsî careke din hate hilbijartin

Hilbijartin di bin çavdêriya 15 hezar dadwer, hejmareke zêde pêkhateyên herêmî û ji 14 pêkhateyên navneteweyî 220 kesan de bi rê ve çû.

Desteya Niştimaniyê ya Hilbijartinan a Misirê piştî dendgdanê ragihandin ku Ebdulfetah El Sîsî bi ser ketiye.

Destûra bingehîn hatibû guhertin

Li Misirê guherînên destûra bingehîn a ku dihêle Ebdulfetah El Sîsî heya 2030î bibe serokkomar, sala 2019an li parlamentoyê hatibû erêkirin. 

Li gorî guherînê, Sîsî dikare 6 salên din jî bibe serokkomar.

Li gorî yasaya 2014an, her serokkomarek dikarîbû 2 caran were hilbijartin.

Li gorî vê yasayê jî pêvajoya serokkomariyê ya Sîsî, 2022yan bi dawî dibû.