Roket li nav Belgorod a Rûsyayê ket: 1 kuştî, 8 birîndar

18-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Belgorodê yê li ser sînorê Rûsya û Ukraynayê di encama ketina rokêtekê de kesek hat kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

Medyaya Rûsyayê ragihandiye, roket li avahiyekê li bajarê Belgorodê ketiye û di encamê de xisareke mezin li avahiyê û wesayîtên derdora avahiyê ketiye.

Li gor agahiyan, ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê çûne cihê bûyerê û xelk ji cihên nêzîkî ketina roketê dûr kirine û bo cihên ewle veguhestine.

Parêzgarê Belgorodê Viacheslav Gladkov di daxuyaniyekê de ragihandiye, “Pergalên me yên parastina hewayî li herêma Belgorodê bi awayekî aktîf dixebitin. Ekîbên tendirustiyê birîndar rakirine nexweşxaneyê. Agahiyên zêdetir dê piştre bên ragihandin. Mixabin kesekî canê xwe ji dest da. Her wiha xisar gihîşt çewlîga ajelan jî.”

Piştî bûyerê li herêmên Belgorod, Bryansk û Kursk ên Rûsyayê û her wiha li Kirimê rewşa hişyariya zer hat ragihandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst