Galeriya wêneyan

18-12-2022
20 Photos
Roj Eli Zalla

Li Buenos Aires a paytexta Arjantînê bi hezaran kes, jin û mêr, zarok, ciwan û pîr daketin qadan û çavê wan li Qeterê û fînala kûpaya cîhanî bû.

Xelkê kincên tîma netewî ya Arjantînê li xwe kiribûn, herwiha gelek ji wan jî kirasê stêrê navdar ê futbolê Lionel Messi li xwe kiribûn û bi coş û kelecanê lîstik dişopandin.

Lîstika fînala kûpaya cîhanî ya 2022an li stadyuma Lusail birêve çû û têde tîma Arjantînê di penaletiyan de li hemberî Fransayê biserket û bo cara sêyemîn kûpaya cîhanî qezenc kir.