Boko Haram 344 xwendekarên revandibûn azad kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Boko Haram a tundrew li Nîjeryayê 344 zarokên ku ji dibistanê revandibûn azad kir. Berpirsên Nîjeryayê jî dibêjin, rewşa wan zarokan baş e.
Rêxistina Boko Haram a tundrew hefteya borî li wîlayeta Katsinayê ya dikeve bakurê rojavayê Nîjeryayê 344 xwendekar ji dibistanekê revandibûn.
Berdevkê parêzgerê wîlayeta Katsinayê ji BBCyê re ragihand ew 344 zarokên ku hatine berdan, rewşa hemûyan baş e û di nav çend saetan de dê vegerin malên xwe.
Berpirsê rêxistinê Boko Haram Abubakar Shekau jî peyamek bideng belav kir û got, “Em berpirsyarên wan rûdanan in ku li Katsinayê diqewimin” û wek sedem jî tekez kir,“em li dijî perwerdehiya bi şêwaza rojavayî ne.”
Berpirsên Nîjeryayê berî niha aşkere kiribûn kesên ku zarok revandine “çeteyên heremî yên girêdayî Boko Haramê” ne.
Herwiha roja Pêncşemê vîdyoyek hatibû belavkirin ku dihat gotin ji aliyê cîhadîstan ve hatiye girtin û di wê vîdyoyê de zarokekî daxwazên rêxistinê dîanîn ziman.