Boko Haram 344 xwendekarên revandibûn azad kirin

18-12-2020
RÛDAW
Nîşan Boko Haram Zarok Nîjerya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Boko Haram a tundrew li Nîjeryayê 344 zarokên ku ji dibistanê revandibûn azad kir. Berpirsên Nîjeryayê jî dibêjin, rewşa wan zarokan baş e.

Rêxistina Boko Haram a tundrew hefteya borî li wîlayeta Katsinayê ya dikeve bakurê rojavayê Nîjeryayê 344 xwendekar ji dibistanekê revandibûn.

Berdevkê parêzgerê wîlayeta Katsinayê ji BBCyê re ragihand ew 344 zarokên ku hatine berdan, rewşa hemûyan baş e û di nav çend saetan de dê vegerin malên xwe.

Berpirsê rêxistinê Boko Haram Abubakar Shekau jî peyamek bideng belav kir û got, “Em berpirsyarên wan rûdanan in ku li Katsinayê diqewimin” û wek sedem jî tekez kir,“em li dijî perwerdehiya bi şêwaza rojavayî ne.”

Berpirsên Nîjeryayê berî niha aşkere kiribûn kesên ku zarok revandine “çeteyên heremî yên girêdayî Boko Haramê” ne.

Herwiha roja Pêncşemê vîdyoyek hatibû  belavkirin ku dihat gotin ji aliyê cîhadîstan ve hatiye girtin û di wê vîdyoyê de zarokekî daxwazên rêxistinê dîanîn ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst