NY daxwazê ji Kosova û Sirbiya dike ku nakokiyên xwe kêm bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Ewlekariyê Neteweyên Yekbûyî derbarê nakokiyên navbera Kosovo û Sirbiya de civiya û piştî civînê jî balyozên welatên Ewropayê daxwaz ji herdu aliyan kirin ku li ser xwe bin û nakokiyên navbera xwe kêm bikin.

 

Piştî civîna Encûmena Ewlekariyê Balyozê Holandayê Karel Oosterom di civîneke çapemeniyê de ragihand ku daxwazê ji Kosovo û Sirbiya dikin hinekî li ser xwe bin û nakokiyên navbera xwe kêm bikin.


Oosterom got ku daxwazê ji herdu welatan dikin rewşekê bixulqînin ji bo dîsan gotûbêjên navbera wan destpê bikin û bigihin rêkeftinekê li ser pirsgirêkên navbera xwe.


Civîna Encûmena Ewlekariyê ya li ser pirsgirêkên navbera Kosovo û Sirbiya di demekê de ye ku ji ber biryareke Kosovo ya bicîhkirina 4 hezar hêzên ewlekariyê li ser sînorên Sirbiya, gelek nakokî di navbera herdu welatan de derketin.


Kosovo ji sala 2008ê ve serxwebûna xwe ragihandiye û ji Sirbiya cuda bûye, lê heta niha Sirbiya îtîraf bi serxwebûna Kosovo nekiriye.


Balyozê Holandayê Li Neteweyên Yekbûyî Karel Oosterom wiha axifî: “Em daxwazê ji herdu welatan dikin ku li ser xwe bin û herwiha aloziyên navbera xwe kêm bikin. Rewşekê bixulqînin daku di nêzîktirîn dem de gotûbêjên navbera wan bi navbijêniya Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê destpê bikin, pêkanîna rêkeftinekê bo çareserkirina hemû pirsgirêkan divê ji xalên serekî be."