Jeo Biden: Kurd hêviya hemû cîhana azad e

 

 

Navenda Nûçeyan- Cîgirê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden piştevaniya DYAyê li dijî DAIŞê ji bo Herêma Kurdistanê dubarê kir û got, “Kurd hêviya hemû cîhana azad e.”

 

Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Cîgirê Serokê DYAyê Joe Biden bi reya telefonê hevdîtinek ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re pêk anî.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin Biden ji bo serkeftinên Hêzên Pêşmerge kêfxweş e û wî heyraniya xwe bo wêra pêşmerge anî ziman.

 

Joe Biden wiha got, “Hûn li dijî terorîstan hêviya hemû cîhana azad in. Ji ber vê yekê jî piştevaniya hevpeymaniya nawdewletî dê bidome.”

 

Joe Biden derbarê derxistina Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) di ji nav listeya “rêxistinên terorîst” de wiha got:

 

“Demek dirêj bû me ji ber vê yekê hewl dida. Bi rastî  jî ne tiştek rast bû navên herdu partiyan di nav wê listeyê da bima. Piştî hewldana Kongereyê bi fermî navê herdu partiyan ji wê listeyê derxist. Ji niha û pê de endamên partiyan dikarin bi hêsantir vizeya DYAyê werbigirin.”

 

 

Serok Barzanî jî bo piştevaniyê sipasiya Serokê DYAyê Barack Obama, Biden, gelê DYAyê û hêzên hevpeymaniya navdewletî kir.