Serokkomarê Îraqê bi Papa Franciscus re civiya

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Îraqê Ebdulletîf Reşîd û Papayê Vatîkanê Papa Franciscus civiyan.

Serokkomarê Îraqê Ebdulletîf Reşîd bi şandeyeke ku ji şêwirmend, rayedar û parlamenterên Îraqê pêk tê çû Vatîkanê.

Buroya Çapemeniyê ya Vatîkanê têkildarî hevdîtina Serokkomarê Îraqê Ebdulletîf Reşîd û Papayê Vatîkanê Papa Franciscus daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, mijarên wekî rewşa Xirîstiyanên li Îraqê, nakokiyên Îsraîl û Hemasê û dabînkirina aştiya li herêmê hat gotûbêjkirin.

Vatîkanê ragihand, “Îro danê sibê Franciscus, Serokomarê Îraqê birêz Ebdulletîf Reşîd li Koşka Vatîkanê qebûl kir.”

Herwiha Serokkomarê Îraqê bi Wezîrê Têkiliyên bi Dewlet û Rêxistinên Navneteweyî yê Vatîkanê Paul Richard Gallagher û Sekreterê Karên Derve yê Kardinalê Pietro Parolin re civiya.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Di hevdîtinên li Wezareta Karên Derve de behsa têkiliyên dualî û mijarên berjewendiyên hevpar hat kirin.

Bi taybetî her du aliyan, diyar kir ku pêwîst e Klîseya Katolîk a li Îraqê di erkê xwe de berdewam be.

Nexasim pêwîst e gelê Îraqê û bi taybetî Xiristiyanên li deşta Mûsilê bibin parçeyekî çalek ê civakê.”

Di hevdîtinê de hin mijarên navneteweyî, şer û aloziyên li Îsraîl û Filistînê û hewlên lezgîn ên ji bo aştî û aramiyê hatin gotûbêjkirin.