Rûsyayê budçeya xwe diyar kir: ‘Tenduristî û perwerde hatine piştguhkirin’

Moskow (Rûdaw) - Dûmaya Dewletê ya Rûsyayê di xwendina duyem de Pêşnûmeya Qanûna Budçeya Federal a Rûsyayê ya salên 2024-2026an pejirand.

Li gorî pêşnûmeyê, budçeya sala 2024an bi mezinbûna dahatan, ji sedî 22 bi 35,1 trîlyon rûbleyan û bi zêdebûna lêçûnên ji sedî 16 bi 36,7 trîlyon rûbileyan ji budceyên berê cuda dibe.

Di heman demê de, sala bê, lêçûnên parastinê dê nêzîkî 2 caran zêde bibe û bibe 14,2 trîlyon rûble ku nêzîkî ji sedî 39ê hemû lêçûnên budçeyê ye.

Bi nêrîna hikûmetê, tevî zêdebûna lêçûnên parastinê, budçeya Rûsyayê ne budçeyeke leşkerî ye.

Lewma 11,2 trîlyon ango ji sedî 30,5ê butçeyê ji bo pêdiviyên civakî hatiye veqetandin ku polîtîkayên sosyal, perwerde, tenduristî, çand û werzişê li xwe digire.

Partiya Komunîst a Rûsyayê ji vê yekê nerazî ye.

“Tenduristî û perwerde hatine piştguhkirin”

Parlamenterê Dûmaya Moskowê yê Partiya Komunîst Daniel Rendakov anî ziman:

“Ew budceya ku Partiya Rûsyaya Yekgirtî pêşniyar kiriye, ne li gorî rastiya rewşa îroyîn e. Tenduristî û perwerde ku du bingehên girîng ên gelê Rûsyayê ne, hatine piştguhkirin.

Me di her du xwendinan de jî piştgirî neda projeyasaya hikûmetê. Me daxwaz kir ku guhertin werin kirin. Eger na, di xwendina sêyemîn de jî em dê dengê xwe dijî wê bi kar bînin.”

Di pêşnûmeya budçeyê ya sê salan de, tenê 26 mîlyar ruble ji bo geşedana deverên cotkariyê hatiye destnîşankirin û subvansiyonên ji bo berhemhênerên makîneyên çandiniyê, dê salane 6 mîlyar ruble zêde bibin.

Berhemhênerê berhemên goştî Nikolaya Vasîlyevîç got:

“Di nava salekê de hemû madeyên xav ên goştî nêzîkî ji sedî 20 giran bûne. Em wek berhemhêner, êdî nikarin xwe li bazarê ragirin.

Bi taybetî bihayê mirişkan sê caran giran bûye. Me bi neçarî cureyên berhemên xwe kêm kirine.”

Berhemhênerê berhemên şîrî Andrey Malişev jî anî ziman:

“Di bazara berhemên şîrî de em cihekî girîng digirin lê îsal ji ber bihabûna makîneyên cotkariyê û lêçûnên lojîstikî, berhema me yek ji sisêyan kêm bûye.

Me berhemên xwe hinardeyê Çînê jî dikirin lê sala bê, em dê êdî nikaribin.”

Bi giştî di pêşnûmeya nû de lêçûnên budçeya federal, di sala 2024an de 36,6 trîlyon, di sala 2025an de 34,4 trîlyon û di sala 2026an de jî 35,6 trîlyon rûble tê plankirin.

Xwendina sêyemîn a pesendkirina Pêşnûmeya Qanûna Budceyê roja înê bi rê ve çû.