Firokeyeke F-35 a Brîtanya li Deryaya Navîn kete xwarê

18-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyeke cengî ya pêşketî ya Brîtanyayê ya ji corê F-35 li Deryaya Navîn kete xwarê û li gor Wezareta Berevaniya Brîtanyayê, firokevan (pîlot) bi awayekî serketî xwe ji firokeyê avêtiye û tendirust e.

Wezareta Berevaniya Brîtanyayê roja Çarşemê 17ê Mijdara 2021an di daxuyaniyekê de ragihandiye, firokeyeke wan a ji corê F-35 heman rojê ji ser keştiya balafirhilgir a HMS Queen Elizabeth li cihekî nediyar li Deryaya Navîn ketiye xwarê.

Li gor daxuyaniya wezaretê, pîlotê Brîtanî kariye xwe rizgar bike û bi selametî xwe avêtiye xwarê û vegeriyaye keştiyê.

Derbarê bûyerê de jî lêkolîn hatiye destpêkirin.

Bihayê her firokeyeke F-35 a Amerîkî ku tendê di destê hinek welatan de heye, 135 milyon dolar e û bihayê keştiya firokehilgir a HMS Queen Elizabeth jî derdora 4 milyar dolar e.

Firokeyên şer ên li ser wê keştiyê berê beşdarî êrîşên li dijî paşmayên Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê (DAIŞ) bûn.

Herwiha pêştir Brîtanyayê di êrişên bo ser pêgehên DAIŞê de li Iraq û Sûriyê, firokeyên xwe yên F-35 ên li binkeyên xwe yên li Qibrisê bikar dianî.

Ev balafira ketiye xwarê, di 6 mehên bihorî de di yekemîn xûla operasyonên xwe de bûye û serdana 40 welatan kiribû û di nav de jî Hindistan, Japon, Koreya Başûr û Sengapor.

Cara yekemîn di sala 2018an de yekemîn firokeya F-35 ketibû xwarê, ku firokeya hêza deryayî ya Amerîkayê bû û li Karolînaya Başûr ketibû xwarê.

Paşê di Nîsana 2019an de firokeyeke F-35A a Japonê li nav Deryaya Hêmin li bakurê Japonê ketibû xwarê û di wê bûyerê de pîlot jiyana xwe ji dest da.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst