Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî: Şêr şêr e çi jin e çi mêr e!

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, Myles Caggins bi zimanê Kurdî pîrozbahî li şervanên jin ên nû yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk kir û ji wan re got: “Şêr şêr e çi jin e çi mêr e.”

Myles Caggins li ser hesabê xwe yê Facebookê, vîdyoyeke derçûna hejmarek ji şervanên jin ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) belav kiriye û bi zimanî Kurdî pîrozbahî li wan kiriye.

Caggins herwiha ji wan şervanan re biwêjeke Kurdî bikar aniye û nivîsandiye: “Şêr şêr e çi jin e çi mêr e!”

Caggins herwiha weke pîrozbayî nivîsiye: “Pîroz be li şervanên nû. Her bijî!”

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê herwiha her heman biwêja Kurdî û pîrozbahiya xwe bi zimanê Ingilîzî jî nivîsiye.

Myles Caggins di 3ê Mijdarê de jî peyameke bi Kurdî belav kiribû.

Caggins di peyama xwe de gotibû: “Ji destpêka şerê li hemberî DAIŞê ve heta niha jinan, di nava ‎qadên şer de cihên xwe girtin û bi beşdarbûyîna xwe, cîhêrengîya di nav koalîsyona me de bihêztir ‎dikin. Jin, aştî, ewlehî!”