Brîtanya pasaportên 7 hezar Kurdên penaber nû nake

London (Rûdaw) – Pasaportên zêdetirî heft hezar Kurdên li Brîtanyayê nayên nûkirin û ev yek ji bo wan bûye pirsgirêk, herwiha pasaportên beşeke ji wan li cem Wezareta Navxwe dest bi ser de hatiye girtin û nikarin geşt bikin.

 

Gelek penaberên ku ji ber pirsgirêkên siyasî çûne Brîtanyayê, navê xwe guhertine. Niha jî dema pasaportên xwe nû dikin, yasayeke nû ya Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê pirsgirkê derdixe pêşiya wan.

 

Li ser hejmara Kurdên li Brîtanyayê hêj amareke fermî tine ye, lê belê li gor amareke nefermî, zêdetirî 200 hezar Kurd li wî welatî dijîn, ku heft hezarên wan pirsgirêka wan a pasaportê heye.

 

Daxwaza beşeke mezin a Kurdên li Brîtanyayê ya ji bo wergirtina pasaportê, bê encam maye, ji ber vê yekê ew jî bi rêya xwepêşandanê dixwazin dengê xwe bighînin rayedaran.

 

Ehmed Elî dibêje: “Bû 19 sal ez li vî welatî me, ji ber ku min navê xwe guhertibû, ji meha Adara îsal ve dest danîne ser pasaporta min, ne Wezareta Navxwe û ne parlementer bersiv nadin, ev hikûmet dixwaze xelkê bêzar bike û vegerin.”

 

Cemal Mistefa jî diyar dike: “Ez xelkê Kerkûkê me, di serdema Sedam Husên de ji ber tirsa hikûmeta Beisê kes nediwêriya navê xwe bide, wê demê me nav û dema jidayîkbûnê xelet da, em nizanibûn ku em dê rastî vê pirsgirêkê werin.”

 

Parlementerê Partiya Kesk ê Skotlandê Ros Grême di wê baweriyê de ye ku divê hikûmet û parlemento dengên wan bibihîzin û dibêje: “Min gelek Kurd dîtin ku pasaportên wan ji wan hatine wergirtin yan hatine redkirin, ev jî ji ber guhertineke biçûk. Hikûmeta Brîtanyayê regezperest e, him hikûmet û him Wezareta Navxwe naxwazin Brîtanya bibe welatê wan ê duyem, ez dê peyama van kesan bibim parlementoyê û divê çareseriyek were dîtin.”

 

Niha di nav beşek xelkê Brîtanyayê de nêrîneke nerênî li helber penaberan çêbûye, aramî û asayişa welatê xwe bi sînordarkirina deriyên li ber koçberan ve girê didin.