NATO: Hejmarek leşkerên tirk daxwaza penaberiyê kirine

18-11-2016
RÛDAW
Nîşan NATO Jens Stoltenberg Tirkiye Leşkerên Tirkiyê Penaberî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg piştrast kir, ku hejmarek leûkerên Tirkiyê ku di NATOyê de kar dikin, daxwaza mafê penaberiyê li çend welatan kirine, her ji ber wê jî daxwaz ji Enqerê kir, ku rêz li serweriya yasayan bigire.

 

Jens Stelonberg di konfranseke rojnamevanî ya pêş civîna wezîrên berevanî yên welatên endam li Bruksela paytexta Belcîkayê de, ew agahî piştrast kirin, ku behsa wê yekê dikirin, ku hejmarek efser û serbazên Artêşa Tirkiyê daxwaza mafê penaberiyê li çend welatan kirine.

 

Stoltenberg got, ew serbazên Artêşa Tirkiyê ku daxwaza mafê penaberîtiyê kirine, li binke û navendên NATOyê kar dikin.

 

Stoltenberg ti zanyariyên zêdetir li ser wê mijarê aşkere nekir û tenê got, ku pêwsît e desthilatdarên welatên endam wê mijarê gengeşe bikin.

 

Sekreterê NATOyê daxwaza li Tirkiyê jî kir, ku rêz li serwriya yasayan bigire û destnîşan kir: “Tirkiye mafê wê yekê heye, ewên ku li pişt kûdetayê bûn dadgehî bike, lê belê divê di çarçoveya serweriya yasayan de be.”

 

Li hember wê daxuyaniya Jens Stoltenberg, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikri Işik jî ragihand: “Ti zanyariyeke fermî di wê bareyê de negihandine wan.”

 

Şeva 15ê Tîrmeha 2016ê li Tirkiyê hewla pêkanîna kûdetayeke leşkerî hat dan, lê belê ew hewl rastî şikestinê hat.

 

Hikûmeta Tirkiyê û Serokomarê wê Recep Tayyip Erdogan bi fermî tevgera Gulen tohmetbar kir, ku ew li pişt wê hewla kûdetayê bûne û daxwaz ji Amerîkayê kir, ku wî radestî Enqerê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst