General Michael Flynn dibe şêwirmendê Trump

18-11-2016
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Şêwirmend Michael Flynn
A+ A-

Navênda Nûçeyan – General Michael Flynn (57) ji bo şêwirmendiya ewlehiya niştimanî ya îdareya Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump hatiye pêşniyar kirin.


Hewlên Serokê nû hatî hilbijartina yê Amerîkayê Donald Trump,  ji bo diyarkirina kandîdên kursiyên giring ên rêveberiya wî berdewam in.


Berpirsekî bilind ê tîma Donal Trump eşkere kir erka şêwermendê asayişa neteweyî ya Amerîka yekalî bûye û General Michael Flynn dê erkê werbigre.


Michael Flynn di navbera salên 2012 û 2014ê de berpirsê Ajansa Niştimanî ya Berevaniya Amerîka bû û berî sala 2012 jî çend erkên giring wergirtibûn.


Di dema çend mehên derbasbûyî de Flynn şêwirmendê Donald Trump bû, bi taybetî di warê asayişa neteweyî de.


Li gor lêkolînvanan, Flynn bandoreke mezin li ser Trump hebû û razî kiriye ku divê Amerîka hemahngî digel her hêzekê de bike ji bo dawîanîna DAIŞê û rêkxistinên tundrew.


Şêwermendê Asayişa neteweyî ya Amerîka erkekî gelek giring e û serokê welat berî derxistina her biryareke giring, di warê serbazê de şêwirmendiyê digel dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst