Danmark - Balafirxaneya Kopenhagen hat valakirin

18-11-2015
RÛDAW
Nîşan Danmar Kopenghagen Balafirxane Bombe Valakirin
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Di berdewamiya çêbûna rewşa ne ewle ya li Ewropayê piştî êrişên terorîstî yên li Parîsê, îro ji ber rewşa ewlehiyê termînaleke balafirxaneya bajarê Kopenhagen paytextê Danmarkê hat valakirin.

 

Li gor agahiyan, îro çarşemî 18ê Mijdarê piştî dîtina cateyekê ku guman hebû bombe têde hatibe danîn, termînala hejmar 3 a balafirxaneya Kopenhagenê ji karmend û rêwiyan hat valakirin.

 

Polîsê Danmarkê derbarê bûyerê de daxuyanî da û ragihand, ti gefek rasterast negihîştiye destê hêzên polîs.

 

Berdevkê Polîsê Danmarkê ji Ajansa Frans Press (AFP) re ragihandiye, valakirina termînala hejmar 3 a balafirxaneya Kopenhagenê tenê saetekê piştî wê yekê hat ku asta gef û xetera ewlehiyê li Danmarkê bo asta 2 hat bilindkirin.

 

Di sala borî de jî li paytextê Danmarkê bajarê Kopenhagen çend êrişên terorîstî qewimîbûn û di encam de 2 welatî hatibûn kuştin.

 

Şeva borî jî ji ber gefên ewlehiyê lîstika dostana ya fotbolê di nabvebra her du tîmên Almanya û Hollandayê ku biryar bû li stadyuma bajarê Hanoverê birêve biçe, hat betalkirin.

 

Herwiha di şeva borî de 2 balafirên şîrketa balafirvaniya Fransayê (Air France) ku ji Amerîkayê ber bi Fransayê ve diçûn, piştî çend gefên terorîstî neçar bûn vegerin ser erdê û firîna xwe betal bikin.

 

Şeva înê13ê Mijdarê li Parîsê çend teqîn û êrişên terorîstî çê bûn ku di encam de 132 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

 

Rêxistina DAIŞê piştre berpirsatiya wan teqîn û êrişên li Parîsê girtibû ser xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst