Yehya Sinwar hat kuştin: Kê çi got?

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu doh kuştina Serokê Ofîsa Siyasî ya Hemasê Yehya Sinwar ragihand.

Yehya Sinwar di êrişeke Îsraîlê ya li bajarê Refahê yê li başûrê Xezeyê de hat kuştin.

Kuştina berpirsê pilebilind ê Hemasê bû sedema karvedanên navneteweyî.

Amerîka: Rojeke nû ye

Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser kuştina Sinwar got:

“Kuştina Sinwar ji bo rojeke nû ya li Xezeyê ya bêyî desthilatdariya Hemasê derfetek e.

Yehya Sinwar ji bo gihîştina armancan astengekî mezin bû. Niha ew asteng ji holê rabûye û hîn gelek tişt li pêşiya me hene.”

Kanada: Dawiya desthilata terorê

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau jî da zanîn:

“Yahya Sinwarê serkirdeyê hov ê rêxistina terorê Hemasê hat kuştin.

Wî di êrişa 7ê Çiriya Pêşîn de xwest Îsraîlê ji nav bike û gelek êrişên terorê yên bêwate li ser sivîlên herêmê pêk anî.

Kuştina Sinwar dawiya desthilata terorê ye.”

Fransa: Em li hestên malbatên qurbaniyan difikirin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron da zanîn ku “Sinwar berpirsê sereke yê êrişa terorîstî ya 7ê Çiriya Pêşîn bû” û got:

“Ez îro li hestên qurbaniyan û malbatên 48 welatiyên Fransî yên ku hatibûn kuştin, difikirim.

Fransa daxwaza azadkirina dîlên di destê Hemasê de dike.”

Almanya: Divê dawî li êşên Xezeyiyan were

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Berbockê jî li ser kuştina Serokê Hemasê axivî û anî ziman:

“Sinwar qatil û terorîstekî hov bû ku dixwest Îsraîlê û gelê wê ji nav bibe.

Niha divê Hemas hemû dîlan azad bike û çekan dayîne, divê dawî li êşên Xezeyiyan were.”

Îtalya: Divê êdî qonaxeke nû dest pê bike

Serokwezîra Îtalyayê Georgia Meloniyê jî anî ziman:

“Kuştina Yehya Sinwar kuştina berpirsyarê sereke yê komkujiya 7ê Çiriya Pêşîn ye.

Divê êdî qonaxeke nû dest pê bike. Niha dema azadkirina hemû dîl û ragihandina agirbestê ye.

Em bi tevahî piştgiriyê didin hemû hewldanên di vî warî de.”

Brîtanya: Em ji bo mirina Sinwar ne dilgiran in

Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healy anî ziman:

“Ez ji bo mirina serkirdeyekî terorê yê wekî Sinwar ku di êrîşa terorê ya meha Çiriya Pêşîn de berpirsyar bû, ne dilgiran im.

Ji bo gelê Cihû roja herî tarî û kujer bû û gelek sivîlên Filistînî jî hatin qetilkirin.”

“Niha dema serê mar e”

Serokê Encûmena Nûneran a Amerîkayê yê Komarî Mike Johnson jî da zanîn:

“Niha ku serkirdeyên xwînmij ên Hemas û Hizbulahê çûn, divê rêveberiyên Biden û Harrisê bi Îsraîlê re bixebitin da ku zexta herî zêde bixine ser serê mar, Îranê.”