Amerîkayê pêşnûmeya ji bo Xezeyê red kir

18-10-2023
RÛDAW
Nîşan Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Îsraîl Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîkayê li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî, pêşnûmaya bangewazî dikir ku ji bo alîkariyên mirovî biçin Xezeyê “navberê bidin pevçûnan” red kir.

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, Ji 7ê Çiriya Pêşînê ve didome.

Ji wê roje ve zêdetirî 3 hezar Filistînî û hezar û 400 Îsraîliyan canê xwe ji dest daye.

Şava borî jî êrişî Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê hat kirin.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.

Rûsya û Îmarata Erebiyê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo “civîna awarte” vexwend.

Piştî vê daxwaza Rûsya û Îmarata Erebiyê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo guftûgokirina êrişa li Xezeyê civîneke awarte li dar xist.

Li ser Pêşnûmeya Brezîlyayê ya derbarê şerê Îsraîl-Hemasê dengdan hat kirin.

Li ser pêşnûmeyê 12 dengên “erê”, 2 dengên “bêalî” û ye jî “na” hatin dayîn.

Di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ku ji 15 endaman pêk tê, Rûsya û Brîtanyayê ji bo pêşnûmeyê bêalî man û Amerîkayê jî dengê na da.

Ji ber ku Amerîka yek ji endamên daîmî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye bi dengê wê ew pêşnûme hat redkirin.

Di pêşnûmeyê de banga "rawestandina şer" hatibû kirin da ku alîkariyên mirovî derbasî Xezeyê bibin.

Di pêşnûmeyê de êrişên Hemasê û her cure tundiya li dijî sivîlan hat şermezarkirin.

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê ya li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield diyar kir ku “ji ber ku di pêşnûmeya de behsa mafê xweparastinê yê Îsraîlê nehatiye kirin” wan ew pêşnûme red kir.

Li aliyê din, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî doh pêşnûmeya Rûsyayê ya ku li Xezeyê daxwaza “agirbesta mirovî” dikir, red kiribû.

Di dengdana pêşnûmeya Rûsyayê de Amarîka, Brîtanya, Fransa û Janponyayê dengê “na” da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst