Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Xezeyê dicive

Hewlêr (Rûdaw) – Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo guftûgokirina êrişa li Xezeyê civîneke awarte li dar dixe.

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, Ji 7ê Çiriya Pêşînê ve didome.

Ji wê roje ve zêdetirî 3 hezar Filistînî û hezar û 400 Îsraîliyan canê xwe ji dest daye.

Şava borî jî êrişî Nexweşxaneya El-Ehlê Baptîstê ya li Xezeyê hat kirin.

Di vê êrişê de herî kêm 500 Filistînî hatin kuştin, bi sedan kes birîndar bûn.

Rûsya û Îmarata Erebiyê, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo “civîna awarte” vexwend.

Piştî vê daxwaza Rûsya û Îmarata Erebiyê, Neteweyên Yekbûyî ragihand ku dê îro civîneke awarte bê lidarxistin.

Hat ragihandin ku hevdîtin dê îro saet 17:00an were lidarxistin.

Li aliyê din, Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî doh pêşnûmeya Rûsyayê ya ku li Xezeyê daxwaza “agirbesta mirovî” dikir, red kiribû.

Di dengdana pêşnûmeya Rûsyayê de Amarîka, Brîtanya, Fransa û Janponyayê dengê “na” da.